Li salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê vê hefteyê 4 jê xwemalî 7 fîlm wê bikevin vîzyonê.
Fîlma "Portreya Bedewiyê" ya ku Burçîn Terzîoglu, Bîrkan Sokullu, Serkan Keskîn, Melîsa Şenolsun, Lara Tonka û Ferîdun Duzagaç tê da dilîzîn û Umur Turagay derhêneriya wê dike wê bikeve vîzyonê.
Pinar Bulut û Onur Koralp senaryoya fîlmî nivîsandine û tê da qala çîroka Nîsanê dike. Nîsan di filmî de raza di dahatûya xwe û ya derbarê bavê xwe de digere.
“Bila Reîs Nebihîze Gidî"
Di fîlmê da Mustafa Ustundag, Ozan Akbaba, Emîr Benderlîoglu, Ceren Benderlîoglu, Hakan Karsak, Savaş Ozdemir, Sevînç Gurşen Kiratli û Sevîl Aki dilizîn û derhênerê fîlmê jî Onur Tan e.
Di fîlma ku dê hin lehengên rêzefîlma "Eşqiya Nabe Hikimdarê Dinyayê" di macerayeke tetîlê da dê derkevin pêşberê teşamevanan, Bahadir Ozdenerê senaryoya fîlê nivîsandiye.
Fîlm li bajarokeke biçûk derbas dibe û tirsa herî mezin a lehengên ku her tişt tê serê wan ew e ku reîsê malbatê Hizir Çakirbeylî ji tiştên diqewimin agahdar bibe.
"Heke Bibêjim Sêv derkev"
Rapêşiya Aşkim Kapişmak "Heke Bibêjim Sêv" a ku ji pirtûka wî ya bi heman navê ya gelekî hat firotin hatiye çêkirin jî dê bikeve vîzyonê.
Di versiyona sînemayê ya fîlma ku Îzzet Başak derhêneriya wê dike da Aşkim Kapişmak gelek mijarên wekî zarokî zewac û analîzên têkiliyan eşkere dike û destnîşan dike ku divê mirov pêşî ji xwe hez bike.
"Jumanjî: Asta nû"
"Jumanjî: Asta Nû" da Dwayne Johnson, Karen Gillan, Jack Black, Kevin Hart, Danny DeVito, Alex Wolff, Nick Jonas, Danny Glover û Madison Iseman dilîzîn. Fîlm dê bala hezkiriyên maceraya fantastîk û aksiyonê bikêşe.
Derhênerê fîlmî Jake Kasdan e û Scott Rosenberg û Jeff Pînkner bi Kasdan ra senaryoya fîlmê nivîsandiye.
"Xayîn"
"Marco Bellocchîo derhêneriya wê dike û çîroka rastîn a Tommaso Buscettayê gangsterê di salên 1980yî da li Sicîlyayê piştî şer û tolhildana bêdawî ya di navbera serokên mafyayê da ji bo ku têkiliyên mafyayê derxîne holê muxbiriye dike tê qisekirin.
Di fîlma cureyê dramê da Pierfrancesco Favino, Maria Fernanda Candido, Luigi Lo Cascio û Fabrizio Ferracane dilîze.
"Sêhrbazên Şirîn"
Fîlma anîmasyon a li James Snîder derhêneriya wê dike qala serpêhatiyên Daveyê sêhrbaz û hevalên wî dike.
"Eşqa Bedew"
Selîm Sener derhêneriya anîmasyona xwemalî "Eşqa Bedew" kiriye. (FD)
Çavkanî: AA