Li hêwanên sînemayê vê hefteyê du jê xwemalî 6 fîlmên nû wê bên nîşandan.
Fîlmê bi navê "Jina Hesin: Neslîcan" yek ji wan fîlman e. Fîlm behsa çîroka Neslîcan Tayê dike ku bi têkoşîna xwe ya li dijî pençeşêrê dihat naskirin. Tay di sala 2019an da miribû.
Naz Çagla Irmak, Denîz Ugur, Mesut Akusta, Zeynep Elçîn, Îlker Aksum, Ozge Sezînce Varley, Şeyma Peçe, Yurdaer Okur, Meral Çetînkaya û Nîsa Sofiya Aksongu lîstikvanê fîlmê ne û derhênerê fîlmê jî Ozgur Bakar e.
"Balafir"
Gerard Butler û Mîke Colter serlîstikvanên filmê ne û cureyê wê aksiyon e.
Derhênerê filmî Jean-Françoîs Rîchet e û Gerard Butler di rola pîlot Brodîe Torrance de ye.
"Baloya bi rûpoş"
Derhênerê fîlmê Nîcolas Bedos e û Pîerre Nîne, Isabelle Adjanî, Françoîs Cluzet, Marîne Vacth, Emmanuelle Devos û Laura Morante lîstikvanê fîlmê ne.
"Îfrît-î Cîn"
Fîlmê "Îfrît-î Cîn" Ertugrul Yureklîkul derhêneriya wê kiriye. Cûreya wê tirs e.
Anîmasyonên hefteyê
"Pisîka Bigizme: Daxwaza Dawîn" filmeke anîmasyon e û Januel Mercado û Joel Crawford derhênerê wê ne.
Jose Zelada û Rîchard Claus derhênerê fîlmê bi navê "Aînbo: Li Amazonê Serpêhatiya Mezin" in.
(FD)