Di salonên sînemayê yên Tirkiyeyê da vê hefteyê 2 jê xwemalî 4 fîlm wê bên nîşandan.
Fîlmê "Bergen" yê ku Farah Zeynep Abdullah tê de serleheng e qala serpêhatiyên jiyana stranbêj Belgin Serilmişerê dike.
Digel Abdullahê, Erdal Beşikçioglu û Tilbe Saran di fîlmî de dilîzin.
Orchestra Content produser e, Yildiz Bayazit û Sema Kaygusuzê senaryo nivîsandine, Mehmet Bînar û Caner Alper jî derhêner in.
"Zarokên Bêkêr"
"Zarokên Bêkêr" wê vê hefteyê bi belavkirina Başka Sînemayê bikeve vîzyonê ku Ahmet Necdet Çupur derhêneriya wê kiriye û kesên wekî Zeynep Çupur, Mahmut Çupur û Nezahat Çupurê jî tê de lîstine.
Fîlm bi cureya belgefîlmî ve hatiye kişandin, qala jiyana kesekî dike ku 20 sal berê ji bo xwendinê ji bajarê xwe çûye û her wisa ji bo piştgiriyê bide xwîşk û birayên xwe cardin ji Fransayê vegeriyaye gundê xwe.
"The Batman"
Di fîlmê "The Batman" de Robert Pattinson, Colin Farrell, Zoe Kravitz, Andy Serkis û Paul Danoyî lîstine.
Derhênerê fîlmê Matt Reeves e.
"Rev"
Bi cûre belgefîlm û anîmasyonê hatiye amadekirin. Jonas Poher Rasmussenî amade kiriye.
Di sala 2022yê de namzetê "Xelata Baştirîn Fîlmê Navnetewî", "Xelata Baştirîn Belgefîlmî" û "Xelata Baştirîn Anîmasyonê" bû. Behsa çîroka Amînê penaber dike ku ew diçe Danîmarkayê û bi rê de gelek tişt tên serê wî. (FD)