Di salonên sînemayê yên Tirkiyeyê de vê hefteyê 7 jê xwemalî wê 11 fîlmên nû bên nîşandan.
Fîlmê "Alaboraşk"ê yê Alî Can Gebeşî yê ku serlîstikvanên wê Cemal Hunel û Belçîm Bîlgîn in wê bê nîşandan.
Lîstikvanên din ên fîlmê Erkan Can, Îlhan Şeşen, Tuna Orhan û Ruçhan Çalişkur in.
Alî li bajarokeke Behra Reş masîgiriyê dike û destgirtiya wî Esma wê bizewicin. Lê dema ji roja wan a zewacê re hindik dimîne bûyerek nexweş diqewime û ew mecbur dimînin ku tiştekî zehmet hilbijêrin.
"Şaşfêmkirin 2"
Derhênerê fîlmê "Şaşfêmkirin 2"yê Aykut Taşkin û serlîstikvanên wê jî Cemal Hunel, Yilmaz Gruda, Fatîh Ozkan, Islam Mehreliyev û Elcan Rasulov in. Cureyê fîlm komedî ye.
Di fîlmê de behsa aşpêjekî tê kirin ku li gorî nêrîna wî ew êdî nikare xwarinan çêbike. Çîroka wî ya şaşfêmkirinê ya ji Tirkiyeyê dest pê dike û heta Azerbeycanê dewam dike.
"Zuhal"
Derhênera fîlmê Nazli Elîf Durlu ye. Lîstikvanên fîlmê Nîhal Yalçin, Sadî Celîl Cengiz, Çagdaş Ekîn Şîşman, Sena Başdogan û Sencar Sagdiç in.
Di fîlmê de parêzereke jin di apartmana ku lê dijî de dengê pişîkekê dibîhîze, dema ku dixwaze pişîkê bibîne digere, mecbur dimîne ku bi cînarên xwe re biaxive. Fîlm behsa serpêhatiyên wê dike.
"Mekan"
Derhênerê fîlmê Enes Hakan Tokyay e û cureya wê dram e.
Di fîlmê da navê mekaneke "Aura" ya ku wê bê nûkirin heye ku behsa merivên tên wê derê tê kirin.
Fîlmên xwemalî yên tirsê yên vê hefteyê
Derhênerê fîlma bi navê "Deng: Şeva Bêdawî" Yusuf Ozgu ye.
Lîstikvanên fîlmê Îbrahîm Kendîrcî, Seda Alpat, Hasan Yavuz, Dogan Sîler û Rumeysa Hamurcu ne.
Fîlmê tirsê "Yudi: Cinên Yedikonukê" ya Mert Uzunmehmet û Dogukan Misir, çîrokeke paranormal rave dike.
"Bibişire" ji ber kurtefîlmê derhêner Parker Finn ve hatiye veguhestin. Fîlm qala çîroka sawgêr a psîkiyatrê klînîk dike ku bûyerên tirsnak û yên ku nayên ravekirin, tên serî.
"Vesper"
Fîlmê macera û zanist sêwirînê "Vesper" yê ku Raffiella Chapman, Eddie Marsan û Rosy McEwen tê de wek serleheng dileyîzin, bi derhêneriya Kristina Buozyte û Bruno Samper derket ser perdeya sînemayê.
Fîlm di paşerojeke dîstopîk a piştî rûxîna ekosîstema dinyayê de derbas dibe û behsa jiyana Vespera ku keçeke 13 salî ye dike ku tevî bavê xwe Darius hewl dide nemire.
"Hîkehîka Maleke Tenê"
Fîlmê "Hîkehîka Maleke Tenê" ya ku Maya Forbes û Wallace Wolodarsky derhêneriya wê hildan ser xwe, qala bûyerên ku emlaqvana sarkastîk Hildy Gooda New Englandî piştî ku jinûva rastî evîndarê xwe yê lîseyê tê, tên serî.
Cureyê fîlm dram û komedî ye û her wiha kesên wekî Sigourney Weaver, Kevin Kline, Morena Baccarin, Rob Delaney û David Rasche di fîlmê da dileyîzin.
"Lingên Beza: Di Rêya Olimpiyatê de"
Fîlmê anîmasyon "Lingên Beza: Di Rêya Olimpiyatê de" yê ku Çagri Cem Bayrakli derhênerê wê ye, li ser çîroka Ali radiweste ku di kariyera xwe ya werzişê de digel astengî û bêsiûdiyan, hewl dide potansiyela xwe derxe holê. (FD)