Li Stenbolê bernameyên ji bo 15ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî di şemî û yekşemê de jî wê berdewam bikin.
Yek ji van bernameyan wê li Weqfa İsmail Beşikçiyî bi rê ve biçe. Weşanxaneya Peywendê vê bernameyê li dar dixe. Navê bernameyê "Ziman û Netewesazî: Lêhûrbûnek li ser Kovara Hawarê" ye ku di heman demê de weke pirtûk hatiye çapkirin. Nivîskara pirtûkê Ronayî Onen wê di vê bernameyê de biaxive û ji perspiktîfa kovara Hawarê wê li ser “Ziman û Netewesazî”yê bisekine.
Ev program wê 18ê Gulanê saet di 17.00ê de dest pê bike ku Serdar Şengul dê moderatoriya wê bike.
Bernameya duyem
Bernameya duyem jî wê li KAYY-DERê (Komeleya Kigi, Karakoçan, Adakli, Yayladere û Yedîsuyê) çêbibe. Bername wê 19ê Gulanê saet di 14.00ê de li navenda komeleyê ya li Kadikoyê bi rê ve biçe.
Zana Farqînî wê behsa “Têkiliya Ziman û Çandê”, Ferzan Şêr jî wê behsa “Kurdînenûsî”yê bike. Di vê bernameyê de moderator Rifat Yildiz e. (FD)