biamaga kurdî ya vê mehê bi edîtoriya Aren Yıldırım û Ferhat Yaşar hatiye amadekirin. biamag kurdî bi gotar, hevpeyvîn û analîzên akademîk û tematîk li benda we ye.

Rûpelek nû ji bo bianet kurdiyê: biamag kurdî
biamag kurdî ya vê mehê; ji nêrînên li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan bigirin heta zextên bazarê yên li ser muzîkjenên serbixwe, ji lêkolîna li ser fîlma "Bêdengî"yê heta diyalogên germ ên hevaltiyê yên Xêro û Elîko, ji kûrahiya lîrîzma helbestkariya Seydayê Tîrêj heta wateya siyasî û nasnameyî ya Amedsporê, ji psîkolojiya civakên zordar bigirin heta pirsên li ser derew û azadiyê, ji têkiliya navbera mirov û pergalên siyasî bigirin heta keşfên girîng ên fîzîkê, ji rola Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî ya di dewlemendkirina helbesta kurmancî de bigirin heta sedemên derketina kêşay Kurd, van hemû babetan di nava xwe de dihewîne.
Nivîs û naverokên vê mehê weha ne:
Ozgur Amed di vê analîza xwe de cudahiya di navbera nêrîna ramangerên cîhanî û nîqaşên li Tirkiyeyê yên derbarê paradîgma û nêrîna Abdullah Ocalan de radixe ber çavan. Amed dibêje ku fîlozofên navdar ên cîhanê yên weke Slavoj Žižek, Gayatri Spivak û Franco “Bifo” Berardi, Ocalan wekî ramangerekî ku ekolojî, azadiya jinê û demokrasiyê esas digire, dinirxînin. Her wiha Amed rexne li wê yekê jî digire ku ev guherîna fikirî li qada navneteweyî bi berfirehî tê nîqaşkirin, lêbelê li Tirkiyeyê mixabin ev mesele tenê di çarçoveyeke teng a ewlehî û pevçûnê de tê girtin.
Dilşah Kaymaz di nivîsa xwe ya vê mehê de behsa zehmetiyên aborî û zextên bazarê yên muzîkjenên serbixwe rûbirû dibin dike. Kaymaz dibêje ku ev yek di heman demê de azadiya wan a hunerî û domandina berhemên bi zimanên kêmneteweyan jî dixin xeterê. Her weha Kaymaz balê dikişîne ser wê yekê ku divê nirxa muzîkê ne bi hejmarên guhdarîkirinê, bi girîngiya wê ya çandî were pîvan û parastina wê wekî berpirsiyariyeke civakî bê dîtin.
Xecê Rêdûr bi analîza fîlma bi navê “Bêdengî(Silence)”yê li pêşberî xwîneran e. Rêdûr filmê di çarçoveya exlaq, tirs û tundkariyê de şîrove dike.
Dilşêr Bêwar di nivîsa xwe ya vê mehê de bi zimanekî germ û samîmî rasterast mevanê malên xwendevanan e. Bêwar têkiliya nêzîk û jidil a di navbera du hevalan (Xêro û Elîko) de bi hunermendî hûnandiye. Her wiha bi rêya van dîmenên sade yên gundewarî, rengê jiyana civakî û durustiya têkiliyên mirovî aniye ziman.
Siya Robîn di nivîsa xwe de balê dikişîne ser rola girîng a hunera Seyda Tîrêj a di çand û wêjeya kurdî de. Her wiha Robîn mîrateya helbestkariyê ya Tîrêj ji aliyê teknîkî, lîrîzm û naverokê ve dinirxîne û qala hêmanên xwezayî û civakî-neteweyî yên di berhemên wî de dike.
Mehmet Erbey di gotara xwe ya vê mehê de behsa rola civakî û siyasî ya Amedsporê dike. Erbey her wiha tîne ziman ku Amedspor ji bo Kurdan ne tenê tîmeke werzişê ye, di heman demê de veguheriye qadeke nasnameyî û nûnertiyê
Mazhar Rojava di nivîsa xwe de behsa pêwendiya di navbera derew, azadî û pergalên siyasî de dike û her wiha li ser psîkolojiya mirovên ku di nava civakên zordar an jî demokratîk de dijîn, radiweste.
Ayşenur Özelê di gotara xwe ya vê mehê de qala sedema bidestxistina Xelata Nobelê ya Fîzîkê ji aliyê fîzîknas Francis Halzen ve û girîngiya notrînoyên enerjiya bilind kiriye.
Bêrîvan Kayiyê jî di nivîsa xwe de girîngî û rola Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî ya di pêşvebirin û dewlemendkirina helbesta kurmancî de ji bo xwendevanan dinirxîne.
Sami Tan di gotara xwe ya vê mehê de behsa kêşeya Kurd dike û sedemên dîrokî û siyasî yên derketina “Kêşeya Kurd” radixe ber çavan.
Pêşniyara guhdarkirinê ya vê hefteyê
(AY)

