biamaga kurdî ya vê hefteyê bi edîtoriya Aren Yıldırım û Ferhat Yaşar hat amadekirin.
biamaga kurdî di vê hefteya xwe de cih dide xebat û lêkolînên li ser mijarên weke wêje, muzîk, serpêhatî, huner, helbest, zanist, ziman, tenduristî û wêjeyê.

Rûpelek nû ji bo bianet kurdiyê: biamag kurdî
Ev naveroka berfireh a ku vê hefteyê tê pêşkêşkirin, bi analîzên di qadên wêje, ziman, huner û muzîkê de hewl dide ku valahiya di vê qadê de ji bo xwêneran tijî bike. biamaga kurdî bi tevlêkirina nivîsên di warê zanist û tenduristiyê de, çarçoveya xwe ya weşanê ji sînorên rojeva siyasî derbas dike û ber bi hilberîna zanîna piralî ve dibe.
Naverokên vê hefteyê weha ne:
Sinem Aydinli di vê nivîsê de behsa çîroka xwe ya hînbûna kurdî dike û vê yekê di çarçoveya berpirsiyariya etîk û zextên siyasî û dîrokî yên li ser ziman de dinirxîne.
Samî Tan di nivîsa xwe de balê dikişîne ser daxwaza Kurdan a ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê. Her weha Tan modela waneyên vebijêrkî ya dewletê weke çareserî nabîne û weke polîtîkaya pişaftinê dinirxîne. "Modela Perwerdehiya Pirzimanî ya li ser Bingeha Zimanê Zikmakî" weke çareserî pêşniyar dike.
Dilşah Kaymaz bi analîz û rexneyeke kûr a sosyo-ekonomîk û çandî balê dikişîne ser bandora kapîtalîzma platformên dîjîtal û zextên algorîtmayan a li ser muzîka bi zimanê kêmneteweyan/bindestan.
Eser Çetin vê hefteyê jî li ser tenduristiyê nivîsiye. Bi zimanekî sade û fêmbar behsa apandîsitê kiriye. Çetin di nivîsê de hem têgehên bijîşkî radigihîne hem jî bi mînakên ji ziman û jiyana rojane mijarê şênber dike.
Berîvan Kayî di nivîsa xwe de tecrûbeyeke vegantiyê û çîroka jiyanê ya aktivîsteke laz bi hev ve girê dide û behsa hevdîtina kampa veganan li Westana Wanê dike.
Mazhar Rojava di nivîsa xwe ya bi navê “Nivîsîn: Karê yezdan û sihêrbazan” de bi zimanekî wêjeyî û hestiyar behsa têkiliya xwe ya kûr û tevlihev a bi nivîsandinê re dike.
Ayşenur Ozelê di nivîsa xwe ya vê hefteyê de geşedaneke girîng a fîzîk û teknolojiya quantûmî aniye pêşberî xwendevanan.
Mehmet Erbeyi bi zimanekî xweş, herêmî, resen û bi şêwazekî mizahî û xwerû behsa serhatiya xwe ya tal û bi êş a çûna cem dixtorê diran kiriye.
Dilşêr Bêwar bi rêya metafor, hêmanên xwezayê, helbestiyeta ziman û hestên kûr ên aîdiyetê, behsa rastiya jiyanê dike.
Siya Robîn di vê nivîsa xwe de nirxandina berhema helbestvan Lal Laleş a bi navê “Talibên Eşqê” dike.
Pêşniyara guhdarkirinê ya vê hefteyê
(AY)

