biamaga kurdî a vê hefteyê ango a hefteya yekem bi edîtoriya Aren Yildirim û Ferhat Yaşar amade bû. biamaga kurdî vê hefteyê cih daye xebat û lêkolînên li ser mijarên rojnamegeriya aştîparêz, muzîk, huner, zanist, ziman, tenduristî, wêje û helbestê.
Ev naveroka berfireh a ku di hefteya destpêkê de tê pêşkêşkirin, hewl dide ku pîvanên rojnamegeriya mafparêz bi analîzên li ser çand, huner û muzîkê re bike yek. Bi zêdekirina nivîsên di qadên zanist û tenduristiyê de, biamag kurdî çarçoveya xwe ya weşanê ji sînorên rojeva siyasî derbas dike û ber bi hilberîna zanîna piralî ve dibe.
Ji aliyekî ve teorî û pratîka rojnamegeriya mafparêz dixe navenda nîqaşê, ji aliyê din ve jî bi rêya xebatên li ser zanist, tenduristî û zimannasiyê hewl dide ku valahiya di weşangeriya kurdî de bi metnên kûr û resen dagire.
Aren Yildirim di nivîsa xwe de behsa rojnamageriya bianet kurdiyê û avabûna biamag kurdiyê dike.
Ozgur Amed li ser pirtûka James Morris Blaut a bi navê "Modela Cîhanê ya Mêtingeran" (Sömürgeciliğin Dünya Modeli-Dergah Yayın.) nivîsiye. Amed di nivîsê de hewl dide bide nîşandan ku têgeha "navend-Ewropa" efsaneyeke ava-kirî ye û divê em dîroka cîhanê ne ji çavê mêtingeran, di çarçoveya wekheviya civakan û rastiya kolonyalîzmê de bixwînin.
Dilşah Kaymazê nivîseke bi sernavê “Hêz û sînora dengê jinê” nivîsiye ku balê dikişîne ser dengbêjiya jinan a li hemberî sansura patriyarkal û zextên civakî.
Ayşenur Ozelê li ser veguhezbariya nîkelatan nivîsiye ku behsa xebitîn û taybetmendiyên superveguhêzbaran dike.
Mirad Bayram di nivîsa xwe ya bi sernava Di medyaya Kurdî de tecrubeya “Rojnamegeriya Aştîparêz” de behsa ezmûn û astengiyên di medyaya kurdî de li pêş rojnamegeriya aştîparêze, dike.
Siya Robin bi nirxandineke kûr çûye nav cîhana helbestên Kamiran Alî Bedirxan. Bi vê lêkolîna xwe ya têr û tijî, nirxandineke gelekî hêja û berz diyarî xwendevanan kiriye.
Mehmet Erbey behsa serpêhatiya ger û geşta xwe ya li Dersîmê kiriye.
Sami Tan nivîsek li ser kurdî nivîsiye ku behsa rewşa kurdî û nakokî û dubendîyên siyasî yên li pêş kurdî dibe asteng dike.
Eser Çetin di nivîsa xwe de ji bo tenduristiyê bandor û zirara germahiya zêde ya li Ewropayê nirxandiye.
Pêşniyara guhdarkirinê
(AY)

