Vê hefteyê 4 jê xwemalî, 9 fîlmên nû wê li sînemayên Tirkiyeyê bên nîşandan.
Di fîlmê bi navê "Ji Bakurî" ya ku cureya wê aksîyon û serpêhatî ye de lîstikvanên xelata Oscarê hildane Nîcole Kîdman û Alexander Skarsgard dilîzin.
Derhênerê fîlmî Robert Eggers, lîstikvanên din jî Anya Taylor-Joy, Claes Bang û Ethan Hawke in.
Fîlm behsa mîrzayê Vîkîngan Amlethî dike ku apê wî Fjolnîrew bavê wî Qral Aurvandîlî dikuje. Amlethê dibe şahidê kuştina bavê xwe hewl dide tola bavê xwe hilde.
"Hêrsa Dojehê: Ave Marîe"
Serlîstikvanên fîlmê Nina Bergman, Daniel Bernhardt, Timothy Murphy, Louis Mandylor û Dominiquie Vandenberg in.
Derhênerê fîlmê Jesse V. Johnson e.
"Rojava"
Derhênerê fîlmê Mîchel Franco ye.
Di fîlmê de li bin tava Acapulcoyê da behsa betlaneyekê tê kirin, lê ji ber trajediyeke mezin ew betlane nîvco dimîne.
Fransa, Swêd û Meksîkayê bi şirîkatî fîlm çêkirine.
Serlîstikvanên fîlmê Tîm Roth, Charlotte Gaînsbourg, Lazua Larîos û Henry Goodman in.
"Kurk"
Derhênera fîlmê Hanna Bergholm e, cureya fîlmê jî tirs e.
Lîstikvanên fîlmê Janî Volanen, Sophîa Heîkkiîla, Reîno Nordîn û Ida Maattanen e.
Di fîlmê de jineke bi weswese heye ku qîza wê her tim hewl dide wê kêfxweş bike. Rojekê qîzik li daristanê hêkeke ecêb dibîne û di odeya xwe de vedişêre. Piştî vê hin tişt tên serê wê ku fîlm behsa van bûyeran dike.
"Keştiya Nuh li Cûdiyê ye 2"
Di fîlmê komedî de Metîn Yildiz, Bulent Durgun, Charles Carroll, Îskender Bagcilar û Şebnem Yildirim dileyîzin.
Mijara fîlmê ku Gursel Ateş derhênerê wê ye de qala hilbijartina şaredariya Şirnexê û du evîndaran tê kirin.
"Daristana Bisêhr: Keybanuya Periyan"
Di fîlmê de qala komek ciwanên bi xeletî ketine darstanekê û ji bo bikaribin derbikevin jî hewl didin Keybanuya Periyan xilas bikin, tê kirin.
Fîlmên tirsê yên hefteyê
Fîlmê Kerr ya ku di Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê ya 41emîn da xelata "Baştirîn Derhênerî" û "Baştirîn Derhênerê Hunerê" wergerandibû û bi şirîkatiya Tirkiye, Fransa û Yewnanistanê hatiye kişandin. Tayfûn Pîrselîmoglû derhêner e û Erdem Şenocak, Jale Arikan û Riza Akin lîstikvan in.
Mert Uzunmehmet senaryoya fîlmê "Koka Huddam: Cinên Marîdê" nivîsiye û di heman demê da jî derhêner e. Yeşîm Gedîk, Tufan Ozun û Cengîz Çaglayan tê de dileyîzin.
"Agirkujê wêrek"
Fîlma anîmasyonê ya Theodore Ty tevlî Laurent Zeitoun derhênerî kiriye qala Georgiaya ku dixwaze wekî bavê xwe bibe agirkuj û ji bo vê yekê hewl dide, dike. (FD)