Li salonên sînemayê vê hefteyê 6 wê xwemalî 9 fîlm wê li sînemayan bên nîşandan.
Drive My Car yek ji van fîlman e. Ryusuke Hamaguchi derhêner e. Ev fîlm namzedê Japonyayê yê Oscarê ket Lîsteya Kurt a Xelatên Oscarê yên 2022yan.
Fîlm ji festîvalên ku beşdar bûne xelatên "Baştirîn Fîlmî", "Baştirîn Derhênerêî", "Baştirîn Senoryayê" û "Baştirîn Lîstikvanî" wergirtiye.
Fîlm ji ber kurteçîrokeke Harûkî Mûrakamiyî hatiye çêkirin û Hidetoshi Nishijima, Toko Miura û Masaki Okada serleheng in.
"Meşa Kaosê"
Fîlmê "Meşa Kaosê" ya ku Tom Holland, Daisy Ridley û Demian Bichir wekî serleheng tê de dileyîzin, di cureya aksiyon û zanist-sêwirînê de ye.
Fîlm ji ber rêzeromana ewil a bi navê "The Knife of Never Letting Go" a Patrick Nessî hatiye girtin.
Fîlmên anîmasyon
Fîlmê anîmasyon ê bi navê "Birayên Hirç: Parqa Macerayê" ku Leon Ding derhêneriya wê kiriye, qala serpêhatiyên Briar, Bramble û Vickê Êzingvan ên li parqa macerayê ya bi navê Jiyana Wehşî dike.
Fîlmê xwemalî ya anîmasyonê "Kaptan Pengu û Hevalên Wî 2" jî ji fîlmên anîmasyonê ye ku vê hefteyê dikeve vîzyonê. Di fîlmî da koma di bin serkêşiya Kaptan Pengu de li ser mijarên qirêjiyê yên ku avûhewayê û her wiha hevsengiya behr û oqyanûsan tehdîd dike, disekine.
Fîlmê bi navê "Stêrk jî Dixûricin" ya ku derhênerê wê Gunay Gunaydin e yek ji fîlmên vê hefteyê ye.
Cureyê fîlmî komedî ye û lîstikvanên wê jî Cem Kiliç, Ceyda Olguner, Cezmî Baskin, Hakan Burak Bozdogan û Muge Coşkun in.
Di fîlmî de behsa serpêhatiyên hunermendekî popstarê yê neçar dimîne 6 mehan li gundekî bijî hatiye kirin.
"Anka"
Senarîstê fîlmê bi navê "Anka" yê Ozan Akbaba û çêkerê wê jî Mûşvîk Guluzade ye.
Lîstikvanên fîlmî Ozan Akbaba, Serdar Orçîn, Atîlla Şendîl, Engîn Hepîlerî, Denîz Işin û Ugur Uzunel in.
Di fîlmî de malbata Muradî dema ew biçûk e di qezayekê de dimirin û ew bi vê travmayê mezin dibe, lê aliyekî din jî di pêşbirkên wesayîtan de hewl dide navê xwe bide bihîstin.
"Hadê Lo"
Fîlmê cureya wê komedî ye behsa çîroka Tevfîk dike ku ew ji ber Nîzo û Mistik dikeve nav kar û barên ecêb.
Derhênerê fîlmê Oguz Yalçin, lîstikvanên wê Burçin Bîldîk, Ferdî Sancar, Orhan Uslu, Gunce Mutlu û Ferdî Akarnur in.
"Bûk"
Derhênerê fîlmî Berkay Berkman e, cureya wê jî tirs e.
Di fîlmî de qîzek bawer dike ku bi yekî rûhanî re zewiciye û rojnamegerek diçe derbarê wê de lêkolînan dike.
Îrem Kok, Necla Kondak, Berkay Berkman û Alp Taş serlîstikvanên fîlmî ne.
"Hevdîtina Ewilî"
Fîlmê bi navê "Hevdîtina Ewilî" a ku Atilla Barişer senaryoya wê nivîsiye û derhêner e, qala serpêhatiyên profesorekî dike. Profesor bi tiştên ne zanistî ne bawer nabe û li mala wî ya li serê çiyayekî, piştî ku bûyerek tê serî, jiyana wî bi temamî diguhere.
Di fîlmê da Bekir Anniak, Bedirhan Barişer, Maksut Kesici, Îrem Akçay û Mehmet Sait Aydin dileyîzin. (FD)