Vê hefteyê 4ê wan xwemalî 9 fîlm ew ê têkevin vizyona sînemeyên Tirkiyeyê.
Di fîlma "Mêrê Neban" a derhêneriya wê Leigh Whannell dike da Elisabeth Moss, Storm Reid, Oliver Jackson-Cohen û Aldis Hodge dilîzin.
Senaryoya fîlm ji berhema H.G. Wells a bi heman navî hatiye hildan. Di fîlm da Cecilia Kass ji ber ku mêrê wê tundiyê tîne xwe jê dide berdan, mêrê wê dimre û jê ra mîrateke mezin dimîne. Jinik hewl dide ku tiştên anîbû ser îsbat bike.
"Çîroka Rastî ya Çeteya Kelly-yî"
Derhêneriya fîlma "Çîroka Rstî ya Çeteya Kelly" Justîn Kurzel dike û di fîlmê da qala çîroka çeteya Ned Kelly ya ji şaqiyan pêk tê dikin.
Di fîlmê da George MacKay, Essie Davis, Nicholas Hoult, Charlie Hunnam, Russell Crowe û Orlando Schwerdt dilîzin.
"Jexi"
Derhêneriya fîlma "Jexi" Scott Moore û Jon Lucas dikin. Di fîlmê da Adam Devine, Alexandra Shipp, Ron Funches, Charlyne Yi, Michael Pena, Wanda Sykes û Justin Hartley dilîzin.
Fîlm di cureya komediyê da hatiye kişandin.
"Li Ser Ebedîtiyê"
Roy Anderssonê sînemegerê hoste derhêneriya fîlma "Li Ser Ebedîtiyê" dike û di fîlmê da Bengt Bergius, Anja Broms, Tatiana Delaunay, Jan-Eje Ferling û Lotta Forsberg dilîzin.
Fîlm di hevkariya Swêd, Almanya û Norwecê da hatiye kişandin.
"Gîlasa Tehl"
Derhêneriya fîlma "Gîlasa Tehl" Serdar Akar dike. Di fîlmê da qala çîroka çend jiyanên dijwar ên ji hev cuda û li ciyekî digihîjin hevdu dikin.
Di fîlmê da Erdal Beşikçioglu, Belçim Bilgin, Ertan Saban, Bulent Şakrak, Luran Ahmeti û Halil Ergun dilîzin.
Senaryoya fîlmê bi destê Olîver Romeskî hatiye nivîsandin.
"Li Ser Rêya Serîk Lê Xist"
Derhêneriya fîlma "Li Ser Rêya Serîk Lê Xist" Onur Bîlgîn dike. Di fîlmê da qala Cavît û malbata wî ya ji bo li herêmên welêt bigerin derdikevin tetîlê dikin, li Afyonê serîkî li Cemîlê hevalê Cavît ê eskeriyê dixin û fîlm pêş dikeve.
Di fîlmê da Selahattin Taşdogen, Mihriban Er, Emre Ertunç, Mustafa Ertunç Alici, Hilal Anay û Ahmet Taşpinar dilîzin.
"Semur 2: Sehra Cinan"
Derhêneriya fîlma "Semur 2: Sehra Cinan" Burak Çelîk dike û di fîlmê da Furkan Karaca, Bora Altinişik, Cansel Aydos û Ulker Su Osmanoglu dilîzin.
Di fîlmê da qala serpêhatiyên Alesîya bi hevalên xwe ra dikeve pey nameya ji kalikê wê hatiye dikin.
- "Kaptan Pengu û Hevalên Wî: Rojnivîska Mandalînayê"
Xêze fîlma "Kaptan Pengu û Hevalên Wî: Rojnivîska Mandalînayê" ji xêzefîlma bi navê "Qasidên Avê (Su Elçîlerî) ya TRT Çocukê hatiye çêkirin. Di xêzefîlmê da qala germbûna gerdûnî, xazên serayê û helandina cemedê dikin, Kaptan Pengu, Misket, Pelik û Mandalina ji bo vê têkoşînê didin.
Derhêneriya xêzefîlma "Kaptan Pengu û Hevalên Wî: Rojnivîska Mandalînayê" Nurullah Yenîhan û Engîn Başturk dikin, Onur Orhan Akgulgil, Emin Yaraç, Ufuk Yuksel, Ezel Kalkan û Başak Arslan jî deng didin lehengan.
- "Surprîza L.O.Lê!
DI "Surprîza L.O.Lê!" ya fîlma anîmasyonê da qala serpêhatiyên Înfluencer Tahanî û Mykal-Michelle dikin. (FD)