Di salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê de vê hefteyê 2 jê xwemalî 9 fîlm ketine vîzyonê.
Fîlmê "Şerên Li Ser Ceyranê" yek ji wan filman e ku îro ketiye vîzyonê. Di filmî de Benedict Cumberbatch, Michael Shannon, Nicholas Hoult, Tom Holland, Katherine Waterston û Damien Molony wekî serleheng in.
Di filmî de Benedict Cumberbatch di rola Thomas Edison, Michael Shannon jî rola George Westinghouse û Nicholas Hoult ji rola Nikola Teslayî dilîzin. Film li ser çîroka rikberiya di navbera her sê mûcîdên herî mezin ên serdema endustriyê de disekine ku rikberî li ser pergala ceyranê ye.
"Sîxur"
Diane Kruger serlehengê filmî ye, film qala peywira dawîn a sîxurê eşkerebûyî Rachelî dike.
Derhênerê fîlmî Yuval Adler e û herwiha Martin Freeman, Cas Anvar, Rotem Keinan û Lana Ettinger tê de dilîzin.
"Şeva Dojehî"
Mike Gan bi xwe "Şeva Dojehê" nivîsiye û derhêneriya wê kiriye. Film behsa jinekê dike ku rastî eleqeya derdora xwe nayê. Hin kes tên dixwazin benzînxaneya lê kar dike, bişelînin. Ew jî înîsiyatîfê digire destê xwe û dikeve nava bûyerên li benzînxaneyê diqewimin.
Tilda Cobham-Hervey, Suki Waterhouse, Josh Hutcherson, Harry Shum û Shiloh Fernandez di rolên sereke de dilîzin.
"Peywendiya Xeternak"
"Peywendiya Xeternak" ku Juliane Block derhênera wê ye. Hin kes keçekê direvînin. Di encama alîkariya hin kesan de rizgar dibe. Keçik ferq dike ku yek ji wan kesên wê rizgar kiriye, 15 sal berê êrîşê wê kiriye. Çîroka filmî li derdora van bûyeran hatiye hûnandin.
Wolf-Peter Arandî senaryoya filmî nivîsandiye û kesên weke Mhairi Calvey, Anatole Taubman, Maja-Celine Probst, Victor Alfieri û Tyron Ricketts di fîlmî de dilîzin.
"Koma Hemwateyan"
"Koma Hemwateyan" ku Nadav Lapid senaryoya wê nivîsiye, behsa serhatiyên Yoavî dike ku ji Îsraîlê bar dike û diçe Parîsê. Ew parîsa ku li ber dilê wî gelekî şêrîn e.
Di fîlmî de kesên weke Tom Mercier, Quentin Dolmaire, Louise Chevillotte, Olivier Loustau û Uria Hayik dilîzin.
"Xwîşk"
Promiyera wê ya cihanê li Festîvala Fîlman a Berlînê ya 69emîn de pêk hatiye. Qala wan bûyeran dike ku di serê sê xwişkan de diborin. Ev hersê xwîşkên ku emrê wan ji hev cuda ye, gava diya wan dimire, li cem malbatên cuda mezin dibin û dû ra vedigerin gundên xwe.
Emin Alper derhênerê fîlmî ye û herwiha Cemre Ebuzziya, Ece Yuksel, Helin Kandemir, Mufit Kayacan û Kayhan Açikgoz serlehengên filmî ne.
"Ezabê Cinan"
"Ezabê Cinan" ku derhênerê wê Onur Aldogan e, qala ezmûna jinekê ya bi cinan ra dike ku ev jin ji ber karê mêrê xwe di qonaxa dawîn a hemletiya xwe da diçe gund û li cem xesûya xwe dimîne.
Di fîlmî de Aydan Akboga, Yalin Cengiz, Nalan Olcayalp, Sinan Taşkan û Rifat Kanpara dilîzin.
"Hevalê Min Benjamin"
Tim Trachte derhênerê wê ye, behsa serhatiyên fîlê şêrîn û dilpak Benjamin û hevalê wî yê herî nêzîk Ottoyî dike.
"Ajalên Kedîkirî yên Şêrîn"
"Ajalên Kedîkirî yên Şêrîn" fîlmeke din a anîmasyon e. Alex Sebastian derhênerê wê ye, behsa serhatiyên komek ajalên kedîkirî dike ku gava însan ji malê derdikevin, ji xwe re jiyanekê ava dikin. (FD)
Çavkanî: AA