Di fîlmê "Babîl" de Margot Robbie, Brad Pitt, Diego Calva, Tobey Maguire, Jean Smart, Olivia Wilde, Samara Weaving û Katherine Waterston dileyîzin û Damien Chazelle derhêneriya wê dike.
Fîlm behsa Los Angelesa salên 1920î û Hollywoda wê demê dike.
"49"
Di vê fîlmê de Îsmail Hacioglu, Hande Dogandemir, Sînan Tuzcu, Dogukan Polat, Hasan Kuçukçetîn û Kerem Alişik dileyîzin. Di 11ê Hezîrana 2014an da piştî ku DEAŞê Mûsil dagir kir, 49 karmend di Serkonsolxaneya Mûsilê ya Tirkiyeyê da dîl hatibûn girtin. Ji bo rizgarkirina van karmendan endamên MÎTê ketibûn nava liv û tevgerê. Fîlm qala vê çîrokê dike.
Bariş Erdogan û Îlker Arslan senaryoya fîlmê nivîsîne û Hakan Înan jî derhêneriya wê kiriye.
"Korsaj"
Vicky Krieps, Colin Morgan û Finnegan Oldfield di fîlmê de dileyîzin, Marie Kreutzerê jî derhêneriya wê kir.
Fîlmê qala çîroka jiyana Împaratorîçeya Awusturyayê Elisabethê dike ku xwe di binê zextê da hîs dike.
"Kûpê Pîroz 4 (Kutsal Damacana 4)"
Şafak Sezer, Ersîn Korkut, Mujde Uzman, Nîlgun Belgun û Erhan Yazicioglu di fîlmê de dileyîzin. Fîkretê ku bi şaşî dibe papaz, heta Vatîkanê diçe û paşê vedigere welêt.
Kamîl Çetîn derhêneriya fîlmê kiriye û Ercan Saatçî û Îlker Yeter jî muzîkên wê çêkirine.
"Di Motelê da Komkujî"
Murat Kuşçu derhêneriya fîlmê dike û tê de Feyza Aydin Kiliç, Aleyna Kiliç û Bulent Mert dileyîzin. Malbatek di fîlmê de seba keça xwe ya ku zanîngeh qezenc kiriye, tê Çorumê û qala tiştên ku di motelê de tên serê wan dike.
Anîmasyonên Hefteyê
"Qabiliyeta Super 3: Pêşbaziya Mezin" çêkirina Amerîka-Çînê ye û Anthony Bell derhêneriya wê kiriye. "Pişîka Muhteşem Maurice" çêkirina Almanya-Qraltiya Yekbûyî ye. "Periya Min a Şêrîn a Diranan" jî ya Caroline Origer e. (FD)