Vê hefteyê 4ê wan xwemalî 8 fîlmê wê bikevin vizyonê.
Yek ji van fîlman "Ouistreham" e. Emmanuel Carrere derhêner e. Juliette Binoche, Helene Lambert û Louise Pociecka di fîlmî de lîstine.
Di fîlmî de Marianne Wincklera nivîskara bi nav û deng, amadehiyan dike ku li ser bêedaletiya civakî û tirsa pêşerojê pirtûkekê binivîse. Marianne Winckler navê xwe diguherîne û diçe di nav jinên paqijiya malan dikin de dixebite û dibe şahidê rewşa wan jinan.
Kolonî
Di fîlmê "Kolonî"yê de Nora Arnezeder, Lain Glen, Sarah-Sofie Boussnina û Sope Dirisu lîstine. Tim Fehlbaum derhêner e.
Cûreya fîlmî tirs e. Di filmî de ji ber afatekê dinya tê halekî wisa ku êdî jiyan lê zehf zor e. Çend kes bi balafira fezayê ve diçin gersitêrka "Kepler 209"ê ku lêkolînê bikin.
"Dibistana Navdaran"
Edîz Hun, Berna Uçkaleler, Niîa Sofiya Aksongur, Çinar Yukçeker û Cemre Demircan lîstîkvanên vî fîlmî ne. Derhêner jî Adnan Onal e.
Di fîlmî de xwendekarên du dibistanan di pêşbaziyê da derdikevin beramberî hev.
"Cûmalî Ceber 666"
Halîl Soyletmez, Doga Konakoglu, Denîz Delîç, Serkan Şengul û Ozkan Sagin lîstîkvanên fîlmî ne. Derhêneriya fîlmî Fuat Kurtoglu kiriye.
Di fîlmî de merivek di xewna xwe da ditirse û piştî vê jî berê xwe dide dîn.
"Nemeya Reş: Newala Bûkê"
Kemal Danaci derhêner e û Halil Balikçi, Sanaz Zahraei, Kyamran Aliyev, Îrem Bugruoglu û Erol Sertelî tê de lîstine. Fîlm qala serpêhatiyên ku dawiya hefteyê li kampê tên serê Semih û jina wî Burcuyê dike.
"Dema Çîrokê: Prensesa Melez"
Kûbilay Guleçoglû û Bûrak Kahraman bi hev re derhêneriya fîlmî kirine. Lavinya Unluer, Kaan Yilmaz, Ebrar Demîrbîlek û Ozkan Sagin lîstikvanin. Cureya fîlmî komediya fantastîk e.
Di rêza fîlmên anîmasyon da jî vê hefteyê fîlma "Strana Xwe Bêje 2" û "Felixê Nes" hene. Derhênerê fîlmê anîmasyon "Strana Xwe Bêje 2" Garth Jennings e û behsa hewldana Buster Moon û hevalên wî dike ku dixwazin li Şanoya Crystal Towerê şoveke mezin a nû pêk bînin.
Fîlmê din ê anîmasyon ê hefteyê jî "Felixê Nes" e ku Nicola Lemay ew adapteyî sînemayê kiriye. Fîlm qala çîroka zarokekî dike ku ji bo bavê xwe bibîne, dide dû serpêhatiyeke dûvdirêj. (FD)