Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Vê hefteyê jê 2 xwemalî, 8 fîlm wê bikevin vîzyona sînemayên Tirkiyeyê.
Fîlma bi navê "Çûka Şalûr" ya ku derhênerê wê John Crowley û lîstikvanên wê Ansel Elgort, Nîcole Kîdman, Fînn Wolfhard, Sarah Paulson, Aneurîn Barnard, Luke Wîlson û Jeffrey Wrîght in wê bikeve vîzyonê.
Senaryoya fîlmê ji hêla Peter Straughan va hatiye nivîsandin.
Di fîlmê da behsa jiyana Theodore Decker tê kirin. Dema diya Theodore di êrîşa bibombe ya li hemberî Muzeya Hunerê ya Metropolîtanê da dimre ew ji hêla malbateke dewlemend va wek ewlad tê mezinkirin.
"Vox Lux"
Di fîlma "Vox Lux"ê da serlîstikvan Natalîe Portman e û behsa xwendekareke ji êrîşeke biçek a di lîseyê da tê kirin difilite û dibe popstar dike.
Lîstikvanên din ên fîlmê Jude Law, Stacy Martîn, Jennîfer Ehle, Raffey Cassîdy, Chrîstopher Abbott û Marîa Dîzzîa, derhênerê fîlmê jî Brady Corbet e.
"Pêximlêxistî"
Derhênera fîlmê Nora Fingscheîdt e, cureya fîlmê dram e.
Serlîstikvanên fîlmê Helena Zengel, Albrecht Schuch, Lîsa Hagmeîster û Gabrîela Marîa Schmeîde ne.
Di fîlmê da behsa keçikeke 9 salî tê kirin ku ew li navenda xizmetên civakî dijî, lê dema kîjan malbat tê ku wê wek ewlad hilde ew nesiyan dike û ji malbatan ra pirsgirêkan derdixe.
"Jina Nanpêj"
Derhênerê fîlmê Murat Onbul e, di fîlmê da behsa jineke mêrê wê nanpêj e tê kirin. Dema tevgerên mêrên wê diguhere jinik lê dikeve şikê û wî dişopîne.
Senaryoya fîlmê ji hêla Murat Taşkent va hatiye nivîsandin.
Serlîstikvanên fîlmê Buşra Pekîn, Alper Kul, Korhan Herduran, Ferdî Sancar, Seda Turkmen, Beytî Engîn û Ayça Koptur in.
"Tîma Tevgerê ya Qelew"
Derhêner û serlîstikvanê fîlmê Bei-Er Bao ye.
Di fîlmê da behsa zilamekî qelew yê ku dixwaze bibe sixûr, lê ji ber ku zêde qelew e rê li ber wî tê girtin tê kirin.
"Êrîşa Gornepişîkan"
Derhênerê fîlmê Jeff Sinasac, serlîstikvanên wê jî Elysîa Whîte, Adam Cronheîm, Jonathan Robbîns û Lîndsey Mîddleton in.
Di fîlmê da komek rastî êrîşa gornepişîkan tên û hewl didin xwe bigîhînin malbatên xwe.
"Sîr-Ayet 2"
Senarîstên fîlmê Alper Kivilcim, Ozgur Bakar û Koray Yeltekîn, derhênerê fîlmê jî Kayhan Başoglu ye.
Uzeyir Ulus, Mehmet Aras, Arzu Surîçî Kîreççî, Cansu Karataş û Betul Akdenîz di fîlmê da lîstikvan in.
Di fîlmê da ji mêrikekî ra mîrateke bilenet dimîneû ew piştî demekê dimre. Du heval diçin gora wî dikolin ku diziyê bikin û bûyer diqewimin.
"Abominable"
Derhênerên fîlmê Jill Culton û Todd Wilderman in.
Cureya fîlmê anîmasyon e, di fîlmê da xortek li ser banê xanî rastî jîndarekî ecêb tê û hevaltiya wan li kûçeyên Şangayê heta lûtkeya çiyayê Hîmalayê dewam dike.
(MB)
*Çavkanî: AA