Di salonên sînemayê de vê hefteyê 3 jê xwemalî, 7 fîlmên nû wê bên nîşandan.
"Lîstika Xeternak" a Russel Crowe derhêneriya wê kir û serlehengên wê Elsa Pataky û Liam Hemsworth in, wê derkeve pêşberî temaşevanan.
Fîlm cureya wê tirs û aksiyon e . Crowe, li ser dinyaya pokerê ya bidestxistin û jidestdayînên mezin pêk tên radiweste û karakterê qumarbaz Jake Foley ê milyarderê dolaran tîne meydanê ku ji teknolojiyê bûye dewletî.
"Hestî û Her Tişt"
Fîlmê "Hestî û Her Tişt" a sînemavanê Îtalyan Luca Guadagnino, qala peywendiya jin û mêrekî ciwan dike ku jina ciwan xwe fêr kiriye ku li peravên civakê li ser piyan bimîne û yê xort jî rastî cudakariyê hatiye û mafên wî jê hatine sitandin.
Di fîlmê berhemanîna hevpar a Amerîka û Îtalyayê ye de Taylor Russell, Timothee Chalamet û Mark Rylance wekî serleheng dileyîzin.
"Pîrheboka Pîroz"
Fîlmê nû yê derhênerê xelatkirî yê Îranî Elî Ebasî yê bi navê "Pîrheboka Pîroz" dixwaze berê sawhezan bide salonên sînemayê.
Fîlmê ku Zar Emîr Îbrahîmî, Mehdî Bacestanî û Areş Aştiyanî wekî serleheng dileyîzin, li ser zilamekî û rojnamegereke jin hûr dibe ku zilam ji bo ku bajarê pîroz ê Îranê Meşhedê ji jinên kuçeyan ên bêexlaq û jirêderketî paqij bike, ji xwe re rêyeke dînî li hev tîne û dibe qatilê zincîreyî û jina rojnameger jî dikeve pey vî qatilî.
"Di Rêya Xwe de"
Omer Faruk Sorak derhênerê wê ye, Gokhan Ozoguz, Gokçe Bahadir, Tamer Levent û Ferît Aktug tê de dilîzin.
Cureya fîlmê komedî û dram e.
Di fîlmê de Gokhan Ozoguz di temîrxaneyekê de bi Omer Aliyê ku şagirtê tamîrkarekê (bavê wî) ye nas dike. Omer Alî ji wî re dibêje "Heke tu jî wek min di malbeteke wiha de bihatayî dinyayê te yê bikaribûya bîbî Gokhan Athena?" Ev pir tesîrekî li ser Gokhan dike û ew dema benda temîra erebeya xwe dimîne ji xew re diçe.
"Baskên Bipoşet"
Di fîlmê ku derhênerê wê Mustafa Ozer e de Şevkî Ozcan, Gulnîhal Demir û Jale Ak dilîzin.
Di fîlmê de hevalên zarokekî astengdar yên hewl didin xeyala wî ya firînê pêk bînîn tên behskirin.
"Mîhrez 2: Padîşahê Cinan"
Derhênerê fîlmê Ahmet Arslan e. Beşa ewil a vê fîlmê di 2015yan de ketibû vîzyonê.
"One Pîece Fîlm: Red"
Derhênerê Japon Goro Taniguchî derhênerê fîlmê ye. Cureya fîlmê anîmasyon e.
(FD)