Li salonên sînemayê vê hefteyê 3 jê xwemalî 7 fîlmên nû wê bên nîşandan.
Fîlmê "Hevalên ji Taxê" yê Nurgul Yeşilçay, Alper Kul, Esat Polat Guler û Şahin Kendirci tê da wek serleheng dileyîzin, dixwaze berê komedîhezan bide salonên sînemayê.
Fîlm ji ber pirtûka Selçuk Aydemirî ya bi heman navî hatiye wergirtin ku pirtûk di 2015an da çap bûye.
"Sick of myself"
Fîlmê "Sick of myself" qala çîroka Signeya nexweşa nexweşiyê dike ku dixwaze dîsa vegere nav ronahiya sehneyan. Lewra gava xoşewîstê wê yê hunermend Thomas di kariyera xwe da serkeftineke ji nişkêva bi dest dixe, Signe tê jibîrkirin.
Fîlm bi berhemanîna hevpar a Swêd û Norwecê hatiye çêkirin û tê da Kristine Kujath Thorp, Eirik Saether û Fanny Vaager wekî serleheng dileyîzin û her wisa derhênerê wê jî Kristoffer Borgli ye.
"Xezîne"
Fîlmê xwemalî "Xezîne" yê cure komedî ye. Çaglar Çorumlu, Boran Kuzum û Şukran Ovaliyê tê de dilîzin.
Fîlmê ku Canbert Yerguz derhêneriya wê kiriye, qala serpêhatiyên zilamekî dike ku ji bo definkirina diya xwe diçe memleket lê bi neçarî ji maweya plankirî bêtir dimîne û di rûyê birayê xwe de dibe xezîneger.
Tim Yek 5: Ma Qey Altan Ewkê Me Ye
Ozgur Bakar derhênerê fîlmî ye. Di fîlmê de qala çîroka Altan û Gurkan dike. Alî Kaplanê ku ji girtîgehê dertê, bi merivên xwe re dikevin pêy Altan û Gurkanî.
Cureya fîlmê komedî ye û Înan Ulaş Torun, Onder Açikbaş û Tuna Orhan lîstikvanên sereke ne.
"Me jêkir!"
Michel Hazanavicius derhêneriya fîlmê kiriye. Ev fîlm bi navê "One Cut of the Dead" ji hêla Japonan ve di 2017an de hatibû kişandin. Fîlm careke din lê bi hevkariya Mîrnişîna Yekbûyî, Fransa û Japonyayê û budçeyeke kêm hatiye kişandin. Cureya fîlmê tirs e. Di fîlmê de qala zombiyan tê kirin.
Romain Duris, Berenice Bejo û Gregory Gadebois tê da dileyîzin.
Şeva Kabûsê: "Vejîn"
Timo Vuorensola derhêneriya wê kiriye û tê de Sydney Craven, Imran Adams û Jarreau Benjamin dileyîzin.
Chaseyê evîndarê Laineyê israr dike ku her du evîndar herin bajaroka ku mihrîcana tirsê lê tê kirin. Li bajarokê xeyalan dibînin û bûyer tên serê wan.
"Astronotên Kûçik: Maceraya Tropîkal"
Cureya fîlmê anîmasyon e û Inna Evlannikovaya Ûris derhêneriya wê kiriye. Di fîlmê de qala Astronotên kûçik Belka û Strelka dikin.
(FD)