Vê hefteyê li Tirkiyeyê 2 jê xwemalî 7 fîlm wê têkevin vîzyonê.
Di fîlma "Mîna Patronan" ku derhêneriya wê Miguel Arteta kiriye da Rose Byrne, Salma Hayek, Tiffany Haddish, Jennifer Coolidge, Billy Porter û Ari Graynor dileyîze.
Adam Cole-Kelly û Sam Pitmanî senarîstên filmî ne. Di fîlmê da du hevalên ku daxwaz û mîzaca wan ji hev cuda ne, dixwazin bi hev ra şirketeke ku berên bedewiyê çêdikin, vekin.
"Divê Ev Der Bibe Bihuşt"
Di fîlma "Divê Ev Der Bibe Bihuşt" a ku Elia Suleiman derhenêriya wê kiriye da zilamek diçe gelek bajarên dinyayê û li wan deran rastî şopên Filistîna welatê xwe tê.
Cureya vê fîlmê komedî ye û li Fransayê hatiye kişandin. Di fîlmê da kesên wek Gael Garcia Bernal, Elia Suleiman, Nancy Grant û Tarik Kopty dileyîzin.
"Bangewaziya Wehşetê"
Fîlm ji ber berhema navdar a Jack London hatiye çêkirin û mijara wê wiha ye; Kûçikekî ku li Kalîforniayê di çewlikekê da dijiya, ji çewlikê hildidin û dibin Yukonê û li wir xizekê dikşîne.
Derhêneriya fîlmê Chris Sanders kiriye û Harrison Ford, Karen Gillan, Bradley Whitford, Dan Stevens, Jean Louisa Kelly û Omar Sy tê da dileyîzin.
"Rik"
Derhêneriya fîlmê Nicolas Pesce kiriye û cureya wê tirs e.
Di fîlmê da kesekî ku dixwaze tola xwe hilde, di malekê da dimîne, rêya kê bi vê malê bikeve, rastî dehşetê tên. Andrea Riseborough, Lin Shaye, John Cho, Demian Bichir, Tara Westwood, Betty Gilpin û Jacki Weaver tê da dileyîzin.
"Civîna Firoşeran”
Îbrahîm Buyukak senaryoya wê nivîsiye û serlehengiya wê kiriye. Di fîlmê da sê esnaf diçin civîna firoşeran û bûyer serê wan.
Derhêneriya wê Bedran Guzel kiriye û digel Buyukak, Onur Buldu, Aydin Dogu Demirkol, Buşra Pekîn, Safa Sari, Mufît Kayacan, Hakan Salinmiş, Gamze Karaduman û Denîz Hamzaoglu tê da dileyîzin.
"Ayîna Efsûnî"
Ugur Kaplan derhêneriya wê dike. Di fîlmê da Ebruya xwendekara rojnamegeriyê li wargehekê dimîne û li ser wargeha ku tê da dimîne çîrokên efsûnî tên gotin. Ew jî wan çîrokan lêkolîn dike.
"Vîkîng: "Maceraya Mezin"
Cureya fîlmê anîmasyon e û derhêneriya wê Eric Cazes dike. Di anîmnasyonê da qala macerayên nû yên Vîkîngan tê kirin. (FD)
Çavkani: AA