Li Salonên Sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê 1 jê xwemalî 7 fîlm wê bikevin vîzyonê.
Fîlma "Pirtûka Razan" ku Olga Kurylenko, Lambert Wilson, Alex Lawther serlehengiya wê dikin, wê derkeve pêşiya temaşevanan.
Cureya fîlmî rageşî ye û Regis Roinsard derhêneriya wê dike. Belçîka û Fransayê bi hev ra çêkirine. Di fîlmê da wergêra romaneke bi navê "Dedalus"ê tê kirin û piştî ku 10 rûpelên ewil ên pirtûkê dizîka va li ser înternetê tê parvekirin, her kes şik dibe ser wergêran û bûyerên rageşiyê li dora vê mijarê dizivire.
"Mulan"
Mulan produksiyona zindî ya fîlma anîmasyon a Disneyê ye ku ev anîmasyon di sala 1998an da hatiye çêkirin. Cureya Mulanê macera û aksiyon e.
Niki Caro derhêneriya fîlmê dike, Yifei Liu, Jet Li, Jason Scott Lee, Donnie Yen û Li Gong serlehengê fîlmê ne.
Fîlm wek 3 bêr e, qala jineke Çînî ku dikeve dilqê mêran û şûna bavê xwe yê nexweş û li ser navê Artêşa Împaratoriyê şer dike.
"Reva ji Pretoriayê"
Di fîlmê da Daniel Radcliffe, Lan Hart, Daniel Webber, Nathan Page û Stephen Hunter rol hildaye û derhêneriya wê Francis Annan kiriye.
Fîlm ji ber pirtûka "Inside Out: Escape from Pretoria Prison"ê ku di 2003yan da hatiye çapkirin, hatiye çêkirin. Qala organîzasyonên qedexe yên salên 1970yî dike û Jenk li ser navê van organîzasyonan îlanan çêdike û bela dike, ji ber vî sûcî jî tê darizandin û girtin.
Di fîlmê da rageşî heye û Jenk dixwaze bi hevalên xwe ra ji girtîgeha Pretoriayê bireve.
"Antebellum"
Derhênerê wê Gerard Bush û Christopher Renz e. Tê da qala revandina nivîskareke bi navê Veronica Henleyê dike.
Fîlm li Amerîkayê hatiye çêkirin û tê da kesên wek Janelle Monae, Jena Malone, Jack Huston, Kiersey Clemons û Gabourey Sidibe dileyîzin.
"Venexwandî"
Derhêneriya Brett Pierce û Drew T. Pierce dike. John-Paul Howard, Piper Curda, Jamison Jones, Azie Tesfai ve Zarah Mahler tê da dileyîzin. Tê da qala keçikekê tê kirin. Keçik di betlaneya havînê da li cem bavê xwe dimîne û rastî bûyerên ecêb tê.
"Aether"
Ev belgefîlm e û Ruken Tekeşê derhêneriya wê kiriye. Derhênerê 21 rojan Heskîfa ku wê seba bendava hîdroelektrîkê di binê avê da bimîne ziyaret kiriye û qala ziyareta wê tê kirin.
-"Tîma Penguenan li Fezayê ye"
James Snider derhêneriya fîlmê kiriye û anîmasyon e. (FD)
*Çavkanî:AA