Li sînemayên Tirkiyeyê vê hefteyê 4 jê xwemalî 7 fîlm wê bikevin vîzyonê.
Yek ji van fîlman "Ghahreman" (Leheng) e ku Asghar Farhadî derhênerê wê ye. Cureya fîlmî dram e.
Di fîlmê da Amir Jadidi, Mohsen Tanabandeh, Fereshteh Sadre Orafaee û Sarina Farhadî lîstine.
Fîlm behsa merivekî ku ji ber deynên xwe ketiye hepsê dike. Gelek xelat wergirtine. Her weha wê li ser navê Îranê beşdarî 94em Xelatên Akademiyê bibe û wê di kategoriya "Baştirîn Fîlmê Navneteweyî" de were nîşandan.
"Licorice Pizza"
Sînamegerê jîr û jêhatî Paul Thomas Andersonî mohra xwe li binê vî fîlmî xistiye. Di salên 1970yî de li San Fernando Valleyê qala têkîliya Garyê xwendekarê lîseyê û lîstikvanê jêhatî bi destgirtiya wî ya ewil a bi emrê xwe jê mezintir dike.
George DiCaprioyê bavê Leonardo DiCaprio jî di roleke biçûk de lîstiye.
"The King's Man: Destpêkirin"
Hezkirên sînemayê dibêjin ku ev fîlm wê ji fîlmên herî hêja yên sala 2022an yek be û di vê fîlmê da qala mêrikekî li hemberî hêzeke xerab a ji bo dinyayê talûkeye hewl dide tê kirin.
Matthew Vaughn derhênerê fîlmî ye ku behsa heyama Şerê Yekemîn ê Cîhanê dike.
"Nalan"
Fîlmê bi navê "Nalan" yê ku derhênerê wê Fatîh Mutlu û serlîstikvanên wê Açelya Topaloglu û Sergen Devecî ne, vê hefteyê wê bê nîşandan.
Cureyê fîlmî komedî ye ku behsa çîroka Nalanê dike.
Kêfa Nalanê gelekî ji bernameyhen televizyonê yên serê sibê tê. Wê qezayek derbas kiiriye û piştî 2 salan dîsa sax bûye.
"Xalê Min ê Hêja"
Derhêner û senarîstê fîlma "Xalê Min ê Hêja" Fuat Yilmaz e.
Fîlm behsa Ademê nexweşiya wî ya otîstîkê heye û xwarziya wî ya bi navê Melekê dike.
Fîlmdi nav welêt û dervayî welêt da gelek caran hat nîşandan û hewl dide derbarê nexweşiya otîzmê da agahiyan bide.
"Naleta Lubbeyê"
Fîlmê tirsê ya Naleta Lubbeyê ji alî Metîn Yucel va hatiye kişandin û tê da qala gundê çîroka Dîlekê ku dixwaze dawî li leneta ser Lubbeya gundekî xalî ye rake, dike.
Di fîlmê da Fîrengîz Orucova, Metîn Yucel, Tevfîk Înceoglu, Melda Yazgi û Seda Canpolat dileyîzin.
"Hurkuş, Şêr, Almasta Winda"
Fîlmê bi hevkariya TRT û Pîşesaziya Feza û Esmaniyê ya Tirk (TUSAŞ) va hatiye amadekirin. Fîlm armanc dike ku derbarê teknolojiya neteweyî de agahiyê bide zarokan.
Di fîlmê da Aslanê ciwan li dû balafira taybet Hurkuş ya mîrata kalikê wî yê pîlot dikeve.
Balafira Hurkuşê di 2013yan da cara ewil firiyabû ku endezyarên TUSAŞê jî wek şêwirmend alîkarî dan çêkirina fîlmê. (FD)