Fîlma bi navê "Dafik" ya ku derhênerê wê Seyîd Çolak e wê derkeve pêşberî sînemahezan.
Senarîstên fîlmê Seyîd Çolak û Guven Adiguzel, serlîstikvanên wê jî Munîbe Mîllet, Serkan Altintaş û Samî Aksu ne.
Cureya fîlmê macera û serpêhatî ye. Di fîlmê da 5 heval li giravekê wek masîgir dijîn. Rojekê hevalekî wan winda dibe û gurekî hov derdikeve pêş wan û behsa serpêhatiyan wê tê kirin.
"Ehmed Tu Herdu Çavên Min î"
Fîlma ku derhênerên wê Ganî Ruzgar Şavata û Hakan Gurtop in behsa jiyana hunermend Ehmed Kaya dike.
Senarîstên fîlmê Ganî Ruzgar Şavata, Gonul Akturk û Îlker Bariş in.
Selîstikvanên fîlmê Ozgur Tuzer, Aleyna Solaker, Serdar Orçîn, Metîn Yildiz û Yelda Reynaud in.
"Dijî Qayîdeyan"
Derhênerê fîlmê Christopher Landon e.
Serlîstikvanên fîlmê Vince Vaughn, Kathryn Newton, Celeste O'Connor, Misha Osherovich û Uriah Shelton in.
Di fîlmê da rûhê jinekê dikeve bedena kujerekî, yê wî jî dikeve rûhê jinikê û bûyerên piştî vê keliyê diqewimin mijara fîlmê ne.
"Min Bişopîne"
Derhênerê fîlmê Will Wernick, serlîstikvanên wê jî Holland Roden, Keegan Allen, Dîmiûîter Mariûînov, Pasha D. Lychnikoff û Denzel Whîtakerin.
Cureya fîlmê tirs e.
Di fîlmê da fenomenekî medyaya civakî ji bo serpêhatiyeke nû diçe Moskovayê û li wir hin tişt tên serê wî ku fîlm behsa van serpêhatiyan dike.
"Girtîgeha Ezîzan"
Di fîlmê da Meg Alexandra, Gabz Barker û Jess Chanliau lîstikvan in.
Derhênerê fîlmê Russell Owen e û ji hêla Îngiltereyê va hatiye çêkirin.
Di fîlmê da behsa girtiyên ji ber sûcên giran hatine girtin û li Girava St. Leonardsê da dimînin tê kirin. Li ser van girtiyan ceribandinên tibî tên kirin û encamên ecêb çêdibin ku di fîlmê da behsa van mijaran tê kirin.
"Pînokyo"
Derhênerê fîlmê sînemagerê Îtalyanî Matteo Garrone ye.
Çîroka zarokan a bi navê Pînokyo ya ku nivîskarê wê Carlo Collodî ye mijara fîlmê ye.
Fîlm bi hevkariya Fransa, Îngiltere û Îtalyayê va hat kişandin.
Serlîstikvanên fîlmê Federîco Lelapî, Roberto Benîgnî, Rocco Papaleo, Massîmo Ceccherinî û Marîne Vacth in.
"Cotbela"
Derhênerê fîlmê Marcus H. Rosenmuller e.
Serlîstikvanên fîlmê Luis Vorbach, Jona Gaensslen, Margarita Broich, Marie Leuenberger û Serkan Kaya ne.
Di fîlmê da Frîdo xwedî neynikekê ye, bi saya vê neynikê spartekên xwe yên dibistanê û tiştên naxwaze bi cêwiyê xwe dide kirin. Rojekê neynika xwe nîşanî hevalê xwe Emîl dide û li ser vê bûyer diqewimin û fîlm behsa van bûyeran dike. (FD)
*Çavkanî: AA