Vê hefteyê yeke wan xwemalî 7 fîlmê têkevin vizyona sînemeyên Tirkiyeyê.
Fîlma "Mucîze 2 Eşq" a wekî dewama fîlma "Mucîze"yê ya ku Mahsun Kirmizigul derhêneriya wê kiribû û di sala 2015an da ketibû vizyonê hatiye kişandin vê hefteyê dikeve vizyonê.
Di fîlmê da Mahsun Kirmizigul, Mert Turak, Fîkret Kuşkan, Bîran Damla Yilmaz, Erdal Ozyagcilar, Şenay Gurler, Sînan Çalişkanoglu, Melîs Sezen, Levent Sulun, Denîz Oral, Sera Tokdemîr û Alî Surmelî dilîzin.
Fîlm di cureya dramê da hatiye kişandin û qala jiyana Mizgîna li gor edetên berê bi Azîzê astengdar ra hatiye zewicandin dike.
"Pîlotên Balonan"
Derhêneriya fîlma "Pîlotên Balonan" Tom Harper dike û di fîlmê da Eddie Redmayne, Felicity Jones, Himesh Patel, Anne Reid û Phoebe Fox dilîzin.
Di fîlmê da qala rêwîtiya Amelia Wrena pîlota balonê û James Glaisherê meteorolog dikin.
Kurtasiya fîlmê wiha ye:
"Sal 1862 ye, Amelia Wrena pîlot û James Glaisherê zanyar biryarê didin ku tişta hetanî wê çaxê kesekî cesaret nekiriye biceribînin. Herdu leheng bi balonê hewaya germ va dixebitin ber bi asîmanan herin û derkevin asta ku hetanî wê rojê tu kes negihîştiyê. Herdu leheng her ku qame radibin tengasiyên wan jî zêde dibin."
"Keça Bejndirêj"
Derhêneriya fîlma "Keça Bejndirêj" Kantemir Balagov dike di fîlma Ûrisan kişandiye da Konstantin Balakirev, Andrey Bykov û Olga Dragunova dilîzin.
Fîlmê di gelek festivalan da xelat hilda û wekî namzeda Oscara 2020î ya Rûsyayê hat bijartin. Di fîlmê da qala 2 ciwanên piştî Şerê Cîhanê ya 2yan hewl didin li Lenîngradê jiyana xwe bidomînin dikin.
Senaryoya fîlmê bi destê Kantemir Balagov û Aleksandr Terekhov hatiye nivîsandin.
"Portreya Keçeke Xama"
Derhêneriya fîlma "Portreya Keçeke Xama" Celine Sciammaya Fransiz dike û di fîlmê da Noemie Merlant, Adele Haenel, Luana Bajrami û Valeria Golino dilîzin.
Senaryoya fîlmê bi destê Celine Sciammayê hatiye nivîsandin. Di fîlmê da qala têkiliya keçikeke bêyî dilê xwe hatiye zewicandin û resamê ku portraya wê xêz dike dikin.
"Malbata Addmas"
Derhêneriya "Malbata Addams" a fîlma anîmasyon Conrad Vernon û Greg Tîernan dikin. "Malbata Addams a berhema Charles Addamsê karîkatûrîst di dîrokê da gelek caran ji bo televizyon û sînemeyê hatiye kişandin û vê carê sînemeya wê ya anîmasyonê hat kişandin.
"Neleta Rahîbeyê"
Derhêneriya fîlma "Neleta Rahîbeyê" AAron Mîrtes dike û di fîlmê da Lacy Hartselle û Kate Kilcoyn dilîzin.
Mijara fîlma cureya tirsê wiha ye:
"Jineke ciwan a zirar dîtiye li bendê ye ku mala xwe barî xaniyekî baş bike. Lêbelê rihê rahîbeyeke hişsivik dixwaze ku li ciyê xwe bimîne."
"Masiyê Qehreman"
Derhêneriya "Masiyê Qehreman" a fîlma anîmasyon Sean Patrick O'Reilly dike. Di fîlmê da qala çîroka Alexê masî yê dixebite behrê ji qirêjbûnê biparêze û hevalên wî dikin. (FD)