Li Tirkiyeyê di salonên sînemayê da vê hefteyê 3 jê xwemalî 7 fîlm dê bikevin vîzyonê.
"Qralên Asfaltê" ku derhênerê wê James Mangold e û herwiha Christian Bale û Matt Damon serlehengiyê di nava xwe da parve dikin, dê bikeve vîzyonê.
Fîlma biyografiyê ku bi giranî aksiyon e, qala serhatiya sêwirînerê otomotîvê Carrol Shelby û ajokar Ken Miles dike ku ji bo pêşbaziya Le Mans bi destê Fordê ji bo sêwirîna wesayîtekê tên cem hev da ku Ferrariyê ji text bînin xwarê.
Caitriona Balfe, Tracy Letts, Jon Bernthal, Josh Lucas, Noah Jupe û Ray McKinnon hevaltiya herdu serleheng Christian Bale û Matt Damon dikin.
"Te Soz Dabû"
"Te Soz Dabû" ku Emre Karayel û Asli Tandogan wekî serleheng dileyîzin, qala çîroka evîna çêkerê muzîkê Nesîm dike ku li ser hesabê medyaya civakî, pêrgî hevala xwe ya dibistanê Lilyan tê.
Di fîlma ku Baran Seyhan hem senaryo û hem jî derhênerî hildaye ser xwe da Şenay Gurler, Îlyas Ozçakir, Gozde Seda Altuner, Mazlum Çimen, Levent Înanir, Nur Surer û nivîskarê sînemayê Sadi Çilingir rol wergirtin.
"Serkeftina Jinekê"
"Serkeftina Jinekê" ku nivîsandin û birêvabirin li ser destê Maria Petersê pêk hatiye, li ser çîroka Antonia Louisa Bricoyê disekine ku di civaka navneteweyî ya muzîkê da yekemîn jin e ku bûye şefa orkestrayê.
Di fîlma biyografiyê ya ku di heman demê da wekî cureya dram sala 1926an li Amerîkayê diqewime da Christanne de Bruijn, Benjamin Wainwright, Scott Turner Schofield, Seumas F. Sargent û Richard Sammel wekî serleheng ciyê xwe werdigirin.
"Û Me Paşê Dans Kir"
Di fîlma bi navê "Û Me Paşê Dans Kir" a ku Levan Akin senaryoya wê nivîsî û derhêneriya wê kir da kesên wekî Levan Gelbakhiani, Bachi Valishvili, Ana Javakishvili, Giorgi Tsereteli û Tamar Bukhnikashvili rol wergirtin.
Fîlma ku bernamzedê Swêdê yê ji bo Oscarê ye, li ser çîroka Merab ku perwerdeya dansê ya li gorî folklora edetî ya Gurcî wergirtiye disekine ku bi Iraqiyê ku dû ra tevlî ekîba dansê dibe ra dikeve milmilaneyê.
"Yên Bişev Hatin"
Fîlma "Yên Bişev Hatin" ku derhênerê wê Fuat Yilmaz e û kesên wekî Murat Seviş, Muge Taştan, Tahsin Dursun û Halil Topal di kadroya lîstikvanan da ne, dê wekî fîlmeke tirsnak ku tê da hêmanên şamanîzmê hene, li perdeya spî reng vede.
"Keybanû Lear"
Fîlma "Keybanû Lear" ku di teşeya belgefîlmê da ye, qala wê yekê dike ku lîstika Shakespeare a bi navê Qral Lear di şiverêyên çiyayên Torosan da dikeve dilqê Keybanû Learê.
"Kudikên Hirçê: Rêwîtiya Nava Demê"
Di rêza nû ya fîlma "Kudikên Hirçê: Rêwîtiya Nava Demê" ku Leon Ding derhênerê wê ye da qala serhatiyên kudikên hirçê dike ku bi tesadufî di nava demê da diçin çaxa berî dîrokê. (FD)
Çavkanî: AA