Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê vê hefteyê 7 fîlm wê bikevin vîzyonê.
Fîlma bi navê "Kurikên Nebaş: Her Tim Nes in" a ku serlîstikvanê wê Wîll Smîth û Martîn Lawrence in wê derkeve pêşberî temaşevanan.
Lîstikvanên din ên fîlmê jî Vanessa Hudgens, Alexander Ludwîg, Joe Pantolîano û Charles Melton in.
Derhênerên fîlmê Adil El Arbî û Bîlall Fallah in.
Cureya fîlmê aksiyon û komedî ye.
"Xatirê Te"
Derhênerê fîlmê Lulu Wang e. Di fîlmê da malbateke mezin a Çînî ji ber ku pîrika malbatê hindik maye bimre car din tên cem hevdu.
Lîstikvanên fîlmê Awkwafina, Shuzhen Zhao, X Mayo, Hong Lu, Tzî Ma û Dîana Lîn in.
Sînemagerê Çînî Lulu Wang bûyereke hatiye serê malbata wî xistiye mijara vê fîlmê.
"Ferîde"
Senarîsta fîlma "Ferîde"yê Zeynep Çamci ye.
Derhênerên fîlmê jî Zeynep Çamci û Alî Yorgancioglu ne.
Di fîlmê da qîzeke bi navê "Ferîde" di atolyeya tekstîlê da dixebite û li dû xeyalên xwe diçe.
Lîstikvanên fîlmê Ersîn Korkut, Bariş Yildiz, Anil Tetîk, Ali Barkın, Ceren Taşcı, Fırat Sobutay, Osman Akça û Aycan Koptur in.
"Mohra Cîn"
Derhênerê fîlmê Bugra Kekîk', Lîstikvan jî Ecem Yorulmaz, Cansu Kahvecîoglu, Burçak Kabadayî, Onat Bulut û Muhammet Kinik in.
Di fîlmê da lîstikvaneke şanoyê û cinê ku dora wê û hevalên wê digere tê behskirin.
"Yên Mirovan Dixwin"
Sam Fowler û Krîs Carr derhênerên fîlmê ne.
Cureya fîlmê tirs e.
- "Kuçikên Cemserê"
Derhênerê fîlmê Aaron Woodley e. Cureya fîlmê anîmasyon e.
Di fîlmê da behsa kuçik Swîfty ê ku dixwaze bibe kuryeyekî herî bilez û serpêhatiyên wî dike.
Senarîstên fîlmê Bob Barlen, Cal Brunker û Aaron Woodley in.
Yekta Kopan, Oya Prosçîler, Sînan Dîvrîk, Erkan Taşdogen, Bedîa Ener, Aydogan Temel û Umit Belen deng didin fîlmê û lehengan bi Tirkî didin axaftin.
"Avjenperên Serpêhatî: Xwepêşana Mezin"
Derhênerê fîlmê Mîthat Gokçe û cureya wê jî anîmasyon e.
Bîba û hevalên wî Çupa, Tutî, Babu, Taka Hamsî û Alesta amadehiyan dikin di Avtenga Stenbolê da xwepêşanekî bikin.
(MB)
*Çavkanî: Turkan Tosun/AA