Fîlma "Razên Fermî" ya ku derhênerê wê Gavîn Hoodê ji Afrîkaya Başûr e wê derkeve pêşberî sînemahezan.
Serlîstikvanê fîlmê Keîra Knîghtley e û fîlm behsa bûyerên rastîn dike.
Katharine Gun di sala 2003an da li Îngiltereyê di beşa îstixbaretê ya dîjîtal a GCHQan da wek wergêr dixebite. Di fîlmê da Katharîne Gun rastî peyameke der barê guhdarkirina telefonên nûnerên welatên dijî dagirkirina Iraqê ne tê û vê peyamê bi çapemeniyê ra parve dike.
Lîstikvanên din ên fîlmê Matthew Goode, MyAnna Burîng, Ralph Fîennes, Matt Smîth, Indîra Varma, Conleth Hîll, Rhys Ifans, Katherîne Kelly û Jeremy Northam in.
"Judy"
Serlîstikvanên fîlma "Judy"ê Rupert Goold û Renee Zellweger in.
Di fîlmê da behsa lîstikvan û hunermend Judy Garland tê kirin. Di sala 1968an da Judy Garland tê Londrayê ku derkeve ser dikê û hunera xwe pêşkêş bike, li wir dibe evîndara Mîckey Deans ku ew paşê dizewicin.
Jessîe Buckley, Rufus Sewell, Mîchael Gambon, Bella Ramsey, Gaîa Weîss û Dîana Alexandra Pocol jî di fîlmê da lîstikvan in.
"Hackerên 2177an"
Derhêner û senarîstê fîlma "Hackerên 2177an" Jose Figueroa ye.
Lîstikvanên fîlmê Domînîque Swaîn, Sean Patrîck Flanery, Mîracle Laurîe, Shane Coffey û Benton Jennîngs in.
"Bacurau"
Derhênerê fîlmê Kleber Mendonça Fîlho û Julîano Dornelles in.
Teresa piştî ku pîrika wê dimre vedigere gundê xwe yê li Brezîlyayê. Di fîlmê da behsa jiyana gundiyan û bûyerên tên serê wan tê kirin.
Lîstikvanên fîlmê Barbara Colen, Thomas Aquîno, Sîlvero Pereîra, Thardelly Lîma, Rubens Santos, Sonîa Braga û Udo Kîer in.
"Biyanî"
Derhênera fîlmê Olga Gorodetskaya ye, fîlm ji hêla şirketeke Rûsyayê va hatiye çêkirin.
Cureya fîlmê tirs e.
Jin û merêk ên bi navê Igor û Polîna dema tekane zaroka wan winda dibe, piştî çar salan "Vanya"yê wek ewlad hildidin û wî xwedî dikin. Di fîlmê da behsa wan û Vanya tê kirin.
Lîstikvanên fîlmê Sevastîan Bugaev, Roza Khayrullîna, Elena Lyadova û Mîkhaîl Safronov in.
"Yê Şev Tê: Dergûşa Cin"
Fîlm ji hêla Bulent Aydoslu va hat kişandin.
Cureya fîlmê tirs e, qala keçikeke dixwaze xwe ji cinan xilas bike tê kirin.
Lîstikvanên fîlmê Buse Sevîndîk, Omer Polat, Onur Çîmen û Gîzem Tataroglu ne.
"Laz Kît"
Derhênerên fîlmê Yusuf Atici û Zekî Akinci ne. Cureya fîlmê komedî ye.
Di fîlmê da Tugba Ozay, Sînan Bengîer, Ahmet Çelîk, Esra Sonmezer û Dost Elver dileyîzin.
(MB)
*Çavkanî: Türkan Tosun/AA