Vê hefteyê yek jê xwemalî 6 fîlmên nû wê li sînemayên Tirkiyeyê bên nîşandan.
Di fîlmê "Belfast"ê de derhêner Kenneth Branagh e. Jamie Dornan, Caitriona Balfe, Judi Dench û Jude Hill tê de lîstine.
Fîlm bi formata reş û sipî hatiye kişandin û behsa çîrokeke Îrlandaya Bakur dike ku di salê 1960î de rû daye.
Fîlm di 2021ê de hatiye çêkirin û di 7 beşan de bûye namzedê Oscarê. Her weha îsal di Xelatên Akademiya Fîlman a Îngilizan û Hunerên Têlevîzyonê de xelata "Baştirîn Fîlmî Îngilîzî yê Salê" hilda ye.
"Bajarê Winda"
Di fîlmê "Bajarê Winda" de Sandra Bullock, Channing Tatum, Daniel Radcliffe û Brad Pitt dilîzin.
Cureyê fîlmî romantîk, komedî û aksiyon e. Aaron û Adam Neeyê birayên hev derhêner in.
"Xwedavanda Siûdê"
Fîlmê Ferzan Ozpetekî ye. Behsa jineke ku ji ber aciziya xwe divê li nexweşxaneyê çend rojan razê û zarokên xwe datîne bal hevaleka xwe dike.
Senaryoya fîlmî Ozpetek, Silvia Ranfagni û Gianni Romoli nivîsiye. Stefano Accorsi, Jasmine Trinca, Edoardo Leo, Serra Yilmaz û Sara Ciocca di rolên sereke de dilîzin.
"Eiffel"
Behsa biyografiyeke dîrokî dike û lîstikvanên navdar Romain Duris, Emma Mackey, Pierre Deladonchamps û Armande Boulanger tê de dilîzin.
Derhêner Martin Bourboulon e û behsa çîroka Birca Eyfelê tê kirin.
Fîlm bi hevsariya Almanya, Belçîka û Fransayê ve hatiye kişandin û senaryo jî ji alî Caroline Bongrandê va hatiye nivîsandin.
"Araf 5: Malbat"
Di fîlmê tirsê de derhêre Ûgûr Kaplan e Hazal Ozbal, Ezgî Îrem Mûtlû, Dogûkan Oltûlû û Levent Kahraman dileyîzin.
"Pêmezin û Malbata Wî"
Fîlm anîmasyon e. Ben Stassen û Jeremy Degruson derhêner in. Pêmezin û Malbata wî ji bo sirûştiyê biparêzin dixebitin. (FD)