Li salonên sînemayê vê hefteyê 3 jê xwemalî 6 fîlmên nû wê bên nîşandan.
Fîlmê "Operasyona Serwetê" yek ji van fîlman e ku derhênerê wê, Guy Ritchie ye û Jason Statham wek serleheng tê de dileyîze û fîlm bi piranî li Antalyayê hatiye kişandin.
Fîlm qala çîroka ajanê MI6ê Orson Fortune û tîma wî dike ku ketiye pey bazirganekî çekan ê milyarder da ku çeka xeternak a ji bo dinyayê gefeke mezin e ji holê rake. Di fîlmê de kesên wekî Aubrey Plaza, Josh Hartnett, Cary Elwes, Hugh Grant, Bugzy Malone û Max Beesley hevaltiya Statham dikin.
Dîsa ji Tirkiyeyê jî lîstikvanên wekî Kaan Urgancuoglu, Aksel Ustun, Tim Seyfi û Bestemsu Ozdemir dilîzin.
"Megan"
Fîlmê "Megan" ê Gerard Johnstone ji bo sînemayê veguhestiye.
Fîlm wek cure, fîlmê tirsê û zanist-sêwirîn e û Allison Williams, Violet McGraw û Amie Donald tê de dileyîzin.
"AI"
Fîlmê "AI" yê ku derhêner, senarîst û lîstikvan Jerzy Skolimowskiyê Polonî 7 sal bi şûn de hatiye kişandin, ji çavên xemgîn ên kerekî rewşa dinyayê vediguhezîne ser perdeya spî.
Di fîlmê saw û zanist-sêwirînê dê wek serleheng Drzymalska, Mateusz Kosciukiewicz, Tomasz Organek û Lorenzo Zurzolo dileyîzin.
"Jiyanên îllegal"
Fîlmê "Jiyanên Îllegal" yê Cenk Çelik derhênerê wê ye, qala çîroka mirovekî dike ku hewl dide qumarxaneyeke qaçax bide xebitandin.
"Çêkirina wê pêkan e"
Fîlmê "Çêkirina Wê Pêkan e" ya ku Recep Yilmaz derhêneriya wê kiriye, konsera koma rock "Mor ve Otesi" ya ku di 28ê Gulana 2022yan de li Stada Înonuyê 35 hezar kes beşdar bûn, vediguhezîne sînemayê.
"Ammar 3: Qebîleya cinan"
"Ammar 3: Qebîleya cinan" fîlmê hefteyê yê tirsê ya xwemalî ye ku tê dhe lîstikvanên wekî Naz Gedik, Îzzet Çivril û Reyhan Îlhan beşdar in û derhênerê wê jî Ahmet Yaşar Gumuş e.
(FD)