Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê pênc jê xwemalî, 6 fîlm wê bikevin vîzyonê.
Di fîlmê "Her tişt tê da" ye de Gurgen Oz, Gonca Vuslaterî, Kaan Yilmaz û Hakan Bîlgîn dilîzin.
Hakan Eserî senaryoya fîlmê nivîsandiye û di heman demê da wî derhêneriya fîlmê jî kiriye.
"Dayika Elîf"
Semîr Aslanyurek û Kazim Oz bi hev re derhêneriya fîlmê kiriye ku Nîhat Behramî senaryo nivîsiye. "Dayika Elîf" di civaka elewiyan de keseke navdar û bibandor e.
Erkan Ogûrû muzîkên fîlmê çêkiriye û Aliye Uzunatagan, Hulya Dîken, Necmettîn Çobanoglu, Alî Surmelî, Turgay Tanulku û Cezmî Baskin tê de dileyîzin.
"Ji nû ve xwesiya min"
Di fîlme ku Alper Saldiran, Algi Eke, Zeynep Eronat û Asuman Dabak dileyîzin de Raşît Çelikezer jî derhênerî kiriye. Di fîlmê da qala bûka malê ya heş ji serî diçe û paşê u bi ser xwe de tê û hinek tişt nayên bîrê dike.
"Rojên hişkesaliyê"
Di vê fîlmê dramê yê Emîn Alperî de qala bajarokeke ku ji ber hişkesaliyê ketine nav tengasiyê dike.
Selahattîn Paşali, Ekîn Koç, Selîn Yenîncî, Nîzam Namîdar, Alî Seçkîner Alici, Eylul Ersoz, Onur Gurçay û Hatîce Aslan tê de dilîzin.
"Laneta şeytên"
Di vê fîlmê biyanî de Adam Leader û Richard Oakes derhêner in. Flîlm qala malbateke dixwazin serê salê pîroz bikin û di nav bobelatekê da dimînin tê kirin.
Di vê fîlmê Îngilîzan ê tirsê de Neal Ward, Nadîa Lamîn, Frank Jakeman û Sandra Howard-Williams dileyîzin.
"Rêwiyê demê Xocê Meşûr"
Ji bo kesên ji fîlmên anîmasyonê hez dikin jî fîlma "Rêwiyê Demê Xocê Meşûr" ku bi derhêneriya Nurullah Yenîhan va hatiye kişandin, vê heftê dikeve vîzyonê.
(FD)