Li salonên sînemayê vê hefteyê sê jê xwemalî, 6 fîlmên nû wê bên nîşandan.
Di fîlmê "Black Panther: Bijî Wakanda" de Lupita Nyong'o, Angela Bassett û Letitia Wright dileyîzin.
Ryan Coogler derhêner e, cureya wê aksiyon û macera ye.
Piştî mirina Queen Ramonda, Shuri, M'Baku, Okoye û Dora Milaje, Kral T'Challa gelê Wakandayê ji bo ku kes tevî neteweya wan nebe û neteweya xwe ji hêzên dinyayê biparêzin, xwe ji şer amade dikin.
"Klondike"
Maryna Er Gorbachê derhêneriya fîlmê kiriye. Tê de qala çîroka jineke ducanî tê kirin ku li sînorê Ukrayna û Rûsyayê dijî, komên cudakar davêjin ser gundê wê, lê ew mala xwe naterikîne.
Oksana Cherkashyna û Evgeniy Efremov tê da dileyîzin.
"Tamîrxane"
Derhêneriya wê Erkan Kolçak Kostendîl kiriye û xwemalî ye. Cureya wê komedî ye.
Nejat Îşler, Riza Kocaoglu û Merve Dîzdar tê de dileyîzin, qala bûyerên ku tên serê Yilmaz û Mujdatê dike ku her du li wargeha mezinkirinê bi hev ra mezin bûne.
"Zavayê Mustaqbel"
Îlker Ayrik derhêneriya fîlmê kiriye, tê de Ayrik, Erdal Ozyagcilar û Hande Soral dileyîzin.
Cureya fîlmê komedî ye, Serdar Firat û û Serhat Sari senaryoya wê nivîsîne.
Ji bo zewacê aliyê zavê diçe Qibrisê mala bavê bûkê û qala bûyerên ku qewimî ne, tê kirin.
Anîmasyonên hefteyê
Nîloyaya fîlma anîmasyon ku Arkin Aktaç derhêneriya wê dike, li ser macerayên lîstika Nîloya û hevalên wê disekine.
"Keybanûna Berfê û Dotmîr" ku Andrey Korenkov û Aleksey Tsitsilin derhêneriya wê kiriye, li ser macerayên Gerda û Kaî disekine ku ji bo çareserkirina bûyerekê hewl didin.
(FD)