Li salonên sînemayê vê hefteyê du jê xwemalî 6 fîlmên nû wê bên nîşandan.
Di fîlmê "Cihê Çewt" (Wrong Place) de qala çîroka kevnepolîsekî tê kirin. Di fîlmê de hinek didin dû polîs û ew jî direve ku xwe û keça xelas bike. Bruce Willis û Ashley Greene serleheng in.
Bill Lawrence senaryoya fîlmê nivîsiye, Michael Sirow, Stacey Danger û Massi Furlan jî tê de dilîzin. Mike Burns derhêner e.
"Îlluzyon"
Giga Agladze derhêner e. Behsa çîroka zilamekî nexweş ketiye û xeyalên wî dike.
Jim Sturgess, Andreja Pejic, Antonia Campbell-Hughes, Roger Ashton-Griffiths û Billy Barratt di fîlmê de dilîzin û li Gurcistanê hatiye çêkirin.
"After Ever Happy"
Castille Landon derhêner e. Josephine Langford û Hero Fiennes Tiffin wekî serleheng tê de dilîzin. Fîlm li ser çîroka keç û xortekî disekine.
"Alema Cinan 3: Şewb"
Dilara Ilgaz, Bulut Genç, Ulukan Agdaş, Naz Gedîk û Yaren Oktay tê de dilîzin, Gokhan Ari derhêner.
Fîlmên anîmasyon ên hefteyê
Welatê Periyan ku Aina Jarvine û Federico Milella derhêneriya wê dikin; "Karagoz: Yar ji min ra şahiyek divê (Karagoz: Yar Bana Bir Eglence) ku Murat Karahuseyînoglu derhêneriya wê dike jî fîlmên vê hefteyê yên anîmasyon in. (FD)