Li salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê vê hefteyê 5 jê xwemalî 6 fîlmên nû wê bên nîşandan.
Fîlmê bi navê "Heke Tu Gazî Bikî Eşq Tê" yê ku derhênerê wê Emre Kavuk e yek ji wan e.
Lîstikvanên fîlmê, hunermend Keremcem, Melîs Babadag, Gurgen Oz, Sera Tokdemir û Cîhan Ercan in.
Burcu Guven û Aydin Sarman muzîkên fîlmê çêkirine, cureya fîlmê komediya romantîk e.
"The Bagcilar"
Derhênerê fîlmê Osman Sîlahyureklî, lîstikvanên wê jî Bayram Arslan, Su Polen, Erkan Can, Ertan Saban û Selîm Erdogan in.
Cureya fîlmê aksîyon e, behsa komeke tê kirin ku destûrê nadin li taxa wan hişbir bê firotan.
"Mumessîlê Erziromî"
Burak Bozdag, Dîla Danîşman, Burcu Bînîcî, Ayhan Taş û Metîn Yildiz di fîlmê de lîstikvan in.
Cureya wê komedî ye û derhênerê wê jî Servet Aksoy e.
"Min Xewnek Dît"
Derhênerê fîlmê Murat Çerî ye û cureya wê dram e.
Lîstikvanên fîlmê Harun Reha Pakoglu, Nevzat Yilmaz, Recep Çavdar, Ferda Işil û Fatîh Dokgoz in.
Di fîlmê de behsa zarokekî qezaya trafîkê derbas kiriye tê kirin.
"Yekîtî Rêkûpêkî"
Lîstikvanên fîlmê Dudu Yetîk, Asiye Dînçsoy û Betul Esener in.
Fîlm behsa malbateke ji sê jinan pêk tê dike.
"Doxtor Strange Di Harbûna Alema Piralî Da"
Fîlmê ku cureya wê aksîyon e wê bi teknolojiya IMAXê ve bê pêşkêşkirin.
Benedict Cumberbatch, Elizabeth Olsen, Rachel McAdams, Benedict Wong û Chiwetel Ejiofor serlîstikvanên fîlmê ne.
Derhênerê fîlmê jî Sam Raimî ye.
Fîlm behsa serpêhatiyên Doxtor Strange-î dike ku bi alîkariya şirîkên xwe ve rêwîtiya nenasbûnê dike.
(FD)