Li salonên sînemayê vê hefteyê 3 jê xwemalî 6 fîlm wê bikevin vîzyonê.
Derhênerê fîlmê "Kuçeya Kabûsê" Guillermo del Toro ye. Di fîlmî de kesên weke Cate Blanchett, Rooney Mara, Bradley Cooper, Toni Collette û Mary Steenburgenê lîstine.
Fîlm qala têkiliya dekbaz û psîkiyatrekê dike ku dekbaz bi çend peyvan mirovan dixapîne û psîkiyatr jî ji wê xeternaktir e.
"Dilberay"
"Dilberay"a ku Ketche derhênerî kiriye, qala serboriya hunermend Dilberayê dike.
Di fîlmî da Buşra Pekîn di rola Dilberayê de lîstiye, serlehengên din jî Ayberk Pekcan, Nûrsel Kose, Zelîha Kendîrcî û Selen Ûçer in.
Kamûran Sûner û Nalan Mert Savaşê jî senaryo nivîsine.
"Moonfall"
Di fîlmê macera û aksiyonê "Moonfall"ê de Halle Berry, Patrick Wilson, John Bradley, Michael Pena û Donald Sutherland lîstikvanên sereke ne. Roland Emmerich derhênerê fîlmî ye. Fîlm qala kevne-astronotekî dike ku ew û çend kesên li der û dora wî hewl didin dawî li dinyayê neyê.
"Kurtaj"
Audrey Diwanî ji ber pirtûka bi heman navî girtiye. Anamaria Vartolomei, Kacey Mottet Klein û Luana Bajrami lîstikvanên sereke ne.
Fîlm qala serpêhatiyên jineke ciwan ên sala 1963yê dike ku li Fransayê kurtaj wê demê ne qanûnî bû.
"Netebitî: Tu Karê Xwe Bikî"
Di fîlmî de Berat Efe Parlar, Gurgen Oz, Burak Hakki, Balim Gaye Bayrak û Bedir Bedir lîstîkvanên sereke ne. Cureya fîlmî komedî ye.
"Areka"
Dorûk Tuzel derhênerê fîlmî ye. Mert Engîn, Hulya Yuksel, Reza Molazadeh, Ayşe Hasbîn Ortaç û Hasan Çîtîl lîstikvanên sereke ne. Fîlmê tirsê ye. (FD)