Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê 2 jê xwemalî 6 fîlm wê bikevin vîzyonê.
Fîlma bi navê "Razên Rabirdûyê" ya ku derhênerê wê Bart Freundlîch û serlîstikvanê wê Mîchelle Wîllîams û Julîanne Moore ne wê derkeve pêşberî temaşevanan.
Senarîstên fîlmî Anders Thomas Jensen, Susanne Bîer û Bart Freundlîch in.
Di fîlmî de behsa çîroka jinikeke bi navê "Isabel" tê kirin ku wê hemû mal û milkê xwe daye êtîmxaneyekê û ew ji bo ku dîsa alîkariya aboriyê bike bi Theresayê re divê here dawetekê.
Ji bilî serlîstikvan Mîchelle Wîllîams û Julîanne Moore di fîlmê da Bîlly Crudup, Wîll Chase û Abby Quînn jî dilîzin.
"Qîzika Bibandor"
Fîlmê derhêner Luca Guadagnîno "Qîzika Bibandor" behsa jiyana nivîskar Francescaya eslê xwe Îtalyayî ye lê ji Amerîkayê ye dike.
Cureya fîlmî dram e û lîstikvan Julîanne Moore, Kyle MacLachlan, Mîa Goth, Marthe Keller, Kîkî Layne û Alba Rohrwacher di fîlmê da dilîzin.
"Çaketê Ji Çerm"
Derhêner û senarîstê fîlma "Çaketê Ji Çermi" Quentîn Dupîeux e û Jean Dujardîn, Adele Haenel, Albert Delpy, Coralîe Russîer û Pîerre Gomme di fîlmî de dilîzin.
Di fîlmî da behsa wî mêrikî tê kirin ku ji çakêtê xwe yê birêşî pir zêde hez dike û dikeve rêyên ecêb.
"Sîxur"
Fîlmê derhêner Andrea Di Stefanoyî yê bi navê “Sîxur" behsa sîxurekî teqawîdbûyî yê bi navê Pete Koslow dike ku ew ji bo parastina malbata xwe hewl dide. Koslow di navbera FBI-mafya-girtîgehê de dimîne.
Cureya fîlmê dram û sûc e, lîstikvanên fîlmî Joel Kinnaman, Rosamund Pîke, Ana de Armas, Clîve Owen, Sam Spruell, Ruth Bradley, Martîn McCann û Jenna Wîllîs in.
"Mînanî Kuştinê"
Fîlma derhêner Alî Atay a bi navê "Mînanî Kuştinê" behsa serpêhatiya tîmeke şaxa ciyanetê dike ku ew hewl didin bûyereke kujerê gelek kesan derxin holê.
Senarîstên fîlmî Feyyaz Yîgît û Azîz Kedî ne û cureya fîlmî jî komedî ye.
Di fîlmî da lîstikvan Ugur Yucel, Bînnur Kaya, Cengîz Bozkurt, Feyyaz Yîgît , Mert Denîzmen û Mehmet Ozgur in.
"Birca Xaçepirsê: Raza Zirçûkê"
Rêze anîmasyona TRT Çocukê "Birca Xaçepirsê: Raza Zirçûkê" bi derhêneriya Ahmet Erdal ve weke fîlm di sînameyê da tê nîşandan.
Serlehengê fîlmî Asli, Can û Mert in. (FD)