Li salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê vê hefteyê 3 jê xwemalî, 5 fîlm wê bikevin vîzyonê.
Derhênera fîlmê Sorê Domee Shî ye. Fîlm anîmasyon e.
Di fîlmî de ciwanekî bi navê Mei Lee ji ber tevgerên diya xwe êdî aciz dibe. Lee dema ku kelecanî dibe rengê wî diguhere dibe sor û hin bûyer diqewimin.
"Dara Gûzê"
Derhênerê fîlmê "Dara Gûzê" Faysal Soysal e, lîstikvanên wê jî Serdar Orçîn, Sezîn Akbaşogulları, Kubra Kîp û Mert Yavuzcan in.
Fîlm diyariyê jinên rastî tundiyê tên hatiye kirin.
Di fîlmê da behsa mamosteyekî jina wî terka wî kiriye yê cirma kuştinekî hildide ser xwe û dibêje wî kuştiye tê kirin.
"Seansa Ewil: NMSM"
Derhênerê fîlmê "Seansa Ewil: NMSM"yê Gokhan Murat Toktamışoglu ye, serlîstikvana fîlmê Eylul Ezgî Yilmaz e.
Di fîlmî de jina navê wê Asli ye hin tiştan ditirse, rojekê di îstgeha metroyê da asê dimîne û ditirse. Asli tirsa xwe ra rû bi rû dimîne û fîlm behsa vê yekê dike.
"Memorîa"
Derhênerê fîlmê Apichatpong Weerasethakul, serlîstikvanên wê jî Tilda Swinton, Elkin Diaz, Jeanne Balibar û Juan Pablo Urrego ne.
Çêkerên fîlmî Almanya, Îngiltere, Fransa, Kolombiya û Tayland in.
Di fîlmî de jineke birayê wê nexweş e ji bo ziyareta wî diçe Kolombiyayê.
"Şerê Pîroz Dilsozî"
Serlîstikvanên wê Îsmaîl Fîlîz, Esra Bîlgîç, Bakî Îlhan, Serdar Denîz û Nevzat Yilmaz e û Emir Khalilzadeh derhêner e. (FD)