Vê hefeteyê yek wê xwemalî 5 fîlm wê bikevin vîzyonê.
Di fîlmê "Mêrê Pîrebok: Vegera Malê" de Tom Holland, Zendaya, Benedict Cumberbatch, Marisa Tomei û Jamie Foxx dilîzin.
Jon Watts derhênerê fîlmî ye. Di fîlmî de nasnameya Mêrê Pîrebok eşkere dibe û li ser vê ji Doxtor Strange alîkariyê dixwaze.
"Jiyana Nîvcomayî"
Derhênerê fîlmî Michael Uppendahl e û di fîlmî de Aaron Paul, Lena Olin, Tom Berenger, Celia Weston û Michael Weston dilîzin.
Fîlm di cureya dramê de hatiye kişandin û di fîlmî da qala merivekî serkeftî yê qezayê dike û jiyana wî diguhere tê kirin.
"Keça Winda"
Derhênera fîlmê "Keça Winda" Maggie Gyllenhaal e û di fîlmî de Olivia Colman, Dakota Johnson, Jessie Buckley, Peter Sarsgaard û Paul Mescal dilîzin.
Fîlm ji ber romana Elena Ferranteyê ya bi heman navî hatiye girtin. Di fîlmî de Leda derdikeve betlaneyê û di betlaneyê de dayikeke ciwan nas dike û paşê serpêhatiyên wê yên dayiktiyê tên ber çavê wê.
"Qumbere"
Di fîlmê "Qumbere"yê de Murat Kiliç û Gulçîn Kultur Şahîn dilîzin.
Derhêner Ferît Erol e. Di fîlmî de behsa Orhanê 38 salî yê bavê malê dikin. Orhan bi dayika xwe ya ji ber qezayeke li malê bûye nexweşa nav nivînan re eleqedar dibe. Orhan ji hevalekî xwe re dibe kefîl û hevalê wî winda dibe û deyn di stûyê Orhan de dimîne. Orhan hewl dide ji deyn xilas bibe û navbera wî û malbata wî xirab dibe.
"Maşa û Hirço 4"
Derhênerê fîlmê anîmasyon, "Maşa û Hirço 4" Roly Gutîerrez e. Di fîlmê da qala Maşayê û dostên wê yên li daristanê tê kirin. (FD)