Vê hefteyê yek jê xwemalî 5 fîlm wê li sînemayên Tirkiyeyê werin nîşandan.
Fîlmê "Radyoaktif" a derhêneriya wê Marjane Satrapi dike û Rosamund Pike, Anya Taylor-Joy, Jonathan Aris, Sam Riley û Aneurin Barnard tê da dilîzin derdikeve vizyonê.
Rosamund Pike di rola Marîe Curieya jina cara ewil Xelata Nobelê hilda da dilîze. Di fîlmê da qala serpêhatî û têkoşîna Marîe Curieyê dikin.
"Jade Blacka Sîxur"
Derhêneriya fîlmê "Jade Blacka Sixur"ê Terry Spears dike û di fîlmê da qala Jade Blacka ji bo berterefkirina sixurekî fîrar kiriye hatiye wezîfedarkirin dikin.
Di fîlmê da lîstikvanên wekî Katie Burgess, Connie Franklin, Sidney Flack û Luke Wyckoff dilîzin.
"After Parçeparçeyî"
Di fîlma "After Parçeparçeyî" da Josephine Langford, Hero Fiennes Tiffin, Louise Lombard, Dylan Sprouse û Candice King dilîzin.
Derhêneriya vê fîlmê Roger Kumble dike û di fîlmê da qala 2 ciwanên têkiliya wan her tim diguhere dikin. Senaryoya fîlmê ji romana Anna Toddê hatiye hildan.
"Wey li vî şensî"
Derhêneriya fîlma "Wey li vî şensî" Samet Çakirtaş dike û di fîlmê da Ozgur Esat Şenturk, Umut Ogmen, Zelîha Çakirtaş, Akin Ayvaz û Îlknur Aygun dilîzin.
Di fîlmê da qala du ciwanên qet şans li wan venagere û her tim berwarî diçin dikin.
"Scoob!"
Derhêneriya "Scoob!"a fîlma sînemeyê ya ya "Scooby-Doo"ya rêzefîlma anîmasyonê Tony Cervon dike. Di fîlmê da qala destpêkirina dostiya Shaggy û Scooby-Doo û kombûna ekîbê dikin. (FD)