Fîlma "Termînator: Qedera Reş" a ku derhênerê fîlma Deadpoolê Tim Miller pê ra eleqedar bû wê derkeve pêş temaşevanan.
Fîlm di nav xwe da honaka zanistî, bizav (aksîyon) û serboriyê (macera) dihewîne. Di fîlmê da Linda Hamilton, Arnold Schwarzenegger, Mackenzie Davis, Natalia Reyes, Gabriel Luna, Edward Furlong, Brett Azar û Diego Boneta di rolên sereke da ne û senaryo jî ji hêla Billy Ray û Justin Rhodes va hatiye nivîsandin.
"Mişexur"
Sînemagerê ji Koreya Başûr, Bong Joon-ho bi vê fîlma xwe ya "Mişexur"ê xelata Darqespa Zêrîn hildaye û ew fîlm jî wê vê hefteyê li eywanên sînemayê yên Tirkiyeyê bê nîşandan.
Fîlm bi naveroka xwe him cureya rageşiyê û him jî dramê dihewîne. Di fîlma ku li Seûla ber bi metropolbûnê diçe da balê dikşîne ser rewşa malbatên Kîm û Park.
Derhêneriya fîlmê Bong Joon-ho kir û tevlî Jin Won Han jî senaryoyê nivîsî. Di fîlmê da Kang-ho Song, Yeo-jeong Jo, Woo-sik Choi, So-dam Park, Seo-Joon Park, Sun-kyun Lee, Jeong-eun Lee û Hye-jin Jang
"Palyaço"
Di fîlma ku Tony Moran, Ari Lehman, Martin Klebba, Elinor Price, Julie Anne Prescott, Angeline Mirenda, Amanda Kott wek lîstikvan cih girtin da derhênerî jî ji hêla Joseph Kelly va hat kirin.
Fîlm bi cûreya xwe dikeve kategoriya tirsê û qala xebat û lêkolîna komeke nêçîrvanen şevreşkan dike lewra ew dixwazin ku pirsgirêka motêleke ji hêla rihê palyaçoyan va hatiye dagirkirin çareser bikin.
"Araf 3: Kitêba Cinan"
Biray Dalkiran him senaryoya vê fîlma "Araf 3: Kitêba Cinan" nivîsî û him jî derhêneriya fîlmê kir. Di fîlmê da qîzek û komek hevalên wê dixwazin ji xwe ra di nav alema cinan da çareyek temîn bikin û li ser vê mijarê tê sekinandin.
Di fîlmê da Mehmet Başturk, Çagla Erdimen, Emre Ozmen, Sevgî Akoglu û Ufuk Başar Can jî tev gelek kes cih digirin.
"Merheba Welatê Min ê Xweş"
Senaryoya fîlma "Merheba Welatê Min ê Xweş" ji hêla Ahmet Umît va hat nivîsandin û tê da qala jiyana Nazim Hîkmet tê kirin.
Fîlm bi derhêneriya Cengiz Ozkarabekir va hat kişandin, Yetkin Dikinciler, Serkan Altintaş, Berna Laçin, Pelin Batu, Umut Başkirma, Levent Uzumcu, Îskender Bagcilar û Alper Turedî tê da dileyîzin.
(MB)
*Çavkanî: Abdullah Tel |AA