Di salonên sînemayê yên Tirkiyeyê de vê hefteyê 5 jê xwemalî wê li ser hev 11 fîlm bên weşandin.
Fîlmê "Olga" yê ku Anastasiia Budiashkina, Sabrina Rubtsova û Caterina Barloggio di rolên sereke de dileyîzin û bi şirîkatiya Fransa, Swîsre û Ukraynayê ve hatiye çêkirin yek ji fîlmên vê hefteyê ye.
Di fîlmê de behsa cîmnastîkvaneka 15 salî dike ku hewl dide di olîmpiyatan de madalyaya zêrîn qezenc bike lê, ji ber Şoreşa Porteqalî mirazê wê bicî nayê.
"Cage Begê Xwedîmerîfet"
Di rola sereke ya fîlmê "Cage Begê Xwedîmerîfet" de lîstikvan Nicolas Cage, Pedro Pascal, Tiffany Haddish, Neil Patrick Harris û Ike Barinholtz dileyîzin û derhênerê fîlmê jî Tom Gormican e.
"Dema Dayika min"
Hakan Gurtop derhêner e, Ugur Çavuşoglu, Meriç Başaran, Gonca Yakut û Serkan Ekşioglu lîstikvanên fîlmê ne.
Di naveroka fîlmê de qala dayikeke ji Anadoluyê ku êdî pîr bûye û ji mecbûrî li bajêr dijî tê kirin.
"Halukê Bêneynik"
Tolgahan Sayişman, Erdal Ozyagcilar, Algi Eke, Sarp Bozkurt û Oznur Serçeler tê de dileyîzin û cureya wê komedî ye.
"Tam kafadan karavana"
Oguz Ozturk û Celal Ozturk bi hev re derhêneriya fîlmê kirine û cureya wê jî komedî ye. Alî Bîçîm, Mesut Can Tomay, Efekan Can, Burak Guneş û Serkan Dagli dileyîzin.
Di fîlmê de behsa tîmeke e-sporê tê kirin ku ji hêla pereyan ve di tengasiyê de ne û di nava van şert û mercan de amadekariya tûrnûvayê dikin.
"Ji bo Zeko"
Kesên weke Kareem Mehmûd Ebdul Ezîz, Menna Shalabî, Amr Ebdulxelîl û Dalia Ebdulxanî tê de dileyîzin. Peter Mîmiyê îranî derhêner e.
"Kê gotiye em xerab in?"
Cureya fîlmê anîmasyon e û Pierre Perifel derhêner e.
Fîlmên tirsê yên hefteyê
Vê hefteyê her wiha "Cêwî", "Leneta Şeytan", "Zebûn" û "Yakaza: Qebîleya Bijehr" wê di sînemayan de bên nîşandan.
(FD)