Yek ji wan fîlman Dema Tolhildanê ye. Jason Statham, Josh Hartnett, Scott Eastwood û Holt McCallany tê de lîstine û Guy Ritchie derhêner e.
Di fîlmî de zilamekî ku kurê wî hatiye kuştin, li pê kujerên kurê xwe ketiye. Ji bo kujer bibîne di fîrmayeke ku pereyan transfer dike de, dest bi kar dike.
"Malbata Gucci"
Lady Gaga, Adam Driver, Jared Leto, Al Pacino û Salma Hayek di fîlmî da lîstine.
Ridley Scott derhêner e û behsa malbata Gucci ya ku di qada modayê da navdar in, dike.
Roberto Bentivegna û Becky Johnstonî senaryo nivîsandine û Dariusz Wolski derhêner e.
"Ez û Tu û Lenîn"
Bariş Biçakçi û Tufan Taştan bi hev ra senaryoya fîlmî nivîsîne. Mijara wê wiha ye: Salên dûr û dirêj tê xwestin ku li bajaroka Akçakocayê bustê Lenîn were çikandin. Lê ji ber ku destûrên burokratîk nayên dayîn, bust di depoyekê de vedişêrin.
Bariş Falay, Saygin Soysal, Melîs Bîrkan, Serdar Orçîn û Nur Surer tê de lîstine û Tufan Taştan derhêner e.
"Tîma Beredayî"
Can Sarcan derhêner e û Tuna Arman, Zeynep Batur, Mert Topuz û Yildiz Asyali tê de lîstine. Li kampusekê ceribandinek tê kirin û di encama wê da şewba zombiyan dest pê dike.
"Dilşêr"
Dany Boon, Philippe Katerine, Anne Serra, Samuel Jouy û Sophie Verbeeck tê de lîstine. Qala serpêhatiyên nexweşekî ku di klînîka psîkiyatriyê de xwe li dîntiyê datîne û peywirdarê ku bi neçarî lê dinihêre dike.
Ludovic Colbeau-Justin derhêner e.
"Baxçeyê Stenbolê"
Almanan çêkiriye. Îlker Çatak derhêner e û Emil von Schonfels û Mekyas Mulugeta tê de lîstine.
"Seans"
Simon Barrett derhêner e û Suki Waterhouse, Madisen Beaty, Inanna Sarkis, Ella-Rae Smith û Stephanie Sy tê de lîstine.
"Çîroka Veşartî ya Şeytan"
Derhênerê fîlmî Jess Norvisgaard e û her wiha Bill Oberst, Linnea Quigley, Kane Hodder, Mary Katherine û Kelley Wilson Robinson tê de lîstine.
"Azra"
Beyza Şenel derhênera fîlmî ye û Aşela Demir, Suada Şen û Burak Kuçuk tê de lîstine.
"My Hero Academia The Movie: World Heroes Mission"
My Hero Academia The Movie: World Heroes Mission" qala serpêhatiyên Deku û tîma wî ya lehengên super ên profesyonel dike ku li dijî gefeke nû têkoşînê didin ku ji bo bajar û însanan xetere ye.
"Enkanto: Dinyaya Sêhrê"
Fîlmeke din anîmasyon a hefteyê "Enkanto: Dinyaya Sêhrê" ye û Jared Bush, Byron Howard û Charise Castro Smith bi hev ra derhênaniya wê kirin. Fîlm qala çîroka malbatekê dike ku li ciyekî xweş û nedîtî yê bi navê Enkantoyê dijî. (FD)