Li sînemayên Tirkiyeyê vê hefteyê 4 jê xwemalî 10 fîlm wê bikevin vîzyonê.
Yek ji wan fîlman yê bi navê “Spencer” e. Behsa jiyana prenses Lady Dianayê dike. Kristen Stewartê di rola Prenses Dianayê de lîstiye.
"Qral Richard: Şampiyonên ku Serkeftî Dibin"
Will Smith serlehengê "King Richard" e û di fîlmê de qala çîroka Serena Williams û Venus Williamsê dike. Piştî salên 2000î Serena Williams û Venus Williams, her du xwişkan mohra xwe li tenîsa jinan xist. Richard Williamsê bavê wan ji bo ew serkeftî bin çi ji dest hat, kir.
Reinaldo Marcus Green derhênerê fîlmî ye û di fîlmî de Will Smith, Saniyya Sidney û Demi Singletonê lîstine.
"Nêçîrvanên Reşeyan: Dinyaya Din"
Carrie Coon, Finn Wolfhard û Mckenna Grace di fîlmê de lîstine. Di fîlmî da malbatek bar dikin bajarokekê. Bajarok ji kalikê wan ji wan ra maye, lê reşeyan ew der ji xwe ra kiriye war û ew jî dixwazin wê derê ji reşeyan xelas bikin.
"Dersdar"
Behsa çîroka dersdarekî dike ku di dewra dawîn a Osmaniyan de tevlî tevgera Jon Tirkan dibe.
Muslîm Şahîn derhênerê fîlmî ye. Di fîlmî da Melih Selçuk, Sevtap Ozaltun û Ruhî Sariyî lîstine.
“Deriyê Dojehê"
Cûreyê fîlmî tirs e. Fîlmê Arjantînê ye. Di fîlmî de qala jineke bi navê Cecilliayê dikin ku ku tevlî kurê xwe qezayekê dikin û paşê tişt nayê bîrê. Ew li kurê xwe yê winda bûye digere.
"Di Rêya Evînê De"
Senaryoya fîlmî ji pirtûka Seçîl Çomlekçiyê ya bi heman navî hatiye amadekirin. Pirtûk di sala 2019an da weşiyaye. Di çîrokê da qala keçikeke bi navê Bade tê kirin ku yeka bê siûde û destgirtiyê wê, terka wê dike.
Şahîn Irmak, Çîgdem Batur, Bora Cengiz, Ayhan Taş û Asuman Dabak di fîlmî de dilîzin.
"Bandora Dermanî"
Pekîn Azer derhêner e. Qala mêrekî nexweş dike. Mêrik ji bo nexweşiya xwe çareser bike dermanekî dixwe lê tesîrên ji ber derman mêrik perîşan dike.
"Ecînnî 3: Qîrîna Bêdeng"
Cûreya wî tirs e. Qala çîroka Zeynepa piştî nexweşiyekê tiştên ecêp dibîne dike.
"Pêjer"
Cûreyê fîlmî anîmasyon e. Fîlmê Almanyayê ye. Behsa çîroka Elfên nêzî 200 sale di bin erdê da dijîn û bi pêşengiya Helvî derdikevin ser rûyê erdê dike.
"Xirabtirîn Mirova li Rûyê Dinê"
Joachim Trier derhêner e û behsa Julieyê û tesîra wê ya li ser kesên di jiyana wê da cî digirin, dike. (FD)