Li sînemayên Tirkiyeyê vê heftê sê jê xwemalî bi tevahî heşt fîlm wê bikevin vîzyonê.
Fîlmê "Ji Min Çi Dertê" ku Hazal Kaya, Onur Tuna û Enîs Arikan dileyîzin wê vê heftê têkeve vîzyonê. Murat Şenoy derhêner e. Di fîlmî de qala çîroka Sertab Bala ku di medyaya civakî da jineke navdar e tê kirin.
"Bide Pey"
Di nav fîlmên xwemalî yên vê heftê da yek jê jî fîlmê "Bide Pey" e. Lewra Kaan û hevalên wî di Akademiya Xeyalan da dixebitin û talûke heye ku ewder bê girtin û ji bo ew der vekirî bimîne dikevin nava hewldanê.
Di fîlmî de Fester Abdu, Cîhan Şîmşek, Şeyda Erdogan, Ecem Sîmge Yurdatapan û Serkan Ercan dileyîzin.
"Qîrîn"
Fîlmê 5an ê vî rêzefîlmî ye. Di fîlmê dî Courteney Cox û David Arquette dileyîzin û Tyler Gillett û Matt Bettinelli-Olpin derhênerî kirine.
"Qralê Berfê Norm 2"
Fîlmê anîmasyonê ya ku wek berdewamiya fîlmê Qralê Berfê Normê ye de vê carê jî qala çîroka Norm û hevalên wî yên dixwazin berhemên hunerî yên hatine dizîn peyda bikin, dike.
Fîlm bi derhêneriya Richard Finn û Tim Maltby ve hatiye kişandin.
"Kurik"
Ivan Kavanaghî derhêerî kiriye.
Cûreyê fîlmî dram û tirs e û di fîlmî de Andi Matichak, Emile Hirsch û Luke David Blumm dilîzin.
"Kod 355"
Derhêneriya fîlmê "Kod 355"ê Simon Kinberg dike û di fîlmê da Jessica Chastain, Lupita Nyong'o, Diane Kruger û Penelope Cruz dilîzin.
Di fîlmî de qala sixureke jin a bi navê "355"e tê kirin.
"Belle"
Derhêneriya "Belle"ya fîlmê anîmasyonê Mamoru Hosoda dike.
Hosoda fîlmê anîmasyon li Studyayê Chîzuyê ya bi xwe ava kiriye kişandiye.
"Di fîlmî de Suzuya 17 salî ya xwendekara lîseyê ya li gund bi bavê xwe ra dijî di Uya alema onlîne ya 5 miyar bikarhênerên wê hene da bi navê Belleyê tê naskirin û bina û deng dibe. Suzu li vê derê bi cinawerekî ra nasya xwe dide hev û pê ra li alema Uyê macerayan dijî."
"Perdeya Cinan"
Derhêneriya fîlma "Perdeya Cinan" Tayfun Can Demîrtaş dike. Di fîlmê da qala serpêhatiyên Arzu û Bora dikin. Arzu o Bora li ser mijarên cinan dixebitin.
Di fîlmê da Rabia Cemre Kaya, Mert Kara û Fuat Başarili dilîzin. (FD)