Li eywanên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê 2 jê xwemalî 6 fîlmên nû wê bên nîşandan.
Yek ji van fîlman "Laal Singh Chaddha" ye ku lîstikvanê hindistanî Amîr Khan û Kareena Kapoor, Naga Chaitanya Akkineni û Mona Singh dileyîzin.
Fîlm ji ber fîlma "Forrest Gump" a Amerîkayê ku Tom Hanks dileyîst hatiye girtin û bi çanda Hindistanê û şêweyekî nû hatiye amadekirin.
"Sitrana di dorê da"
Greg Bjorkman derhêner e. Qala jinikekê dike ku hewl dide mêrikekî xilas bike. Fîlm bi hevkariya Amerîka û Koreya Başûr hatiye kişandin û di rola sereke da jî Lewis Pullman, Clara Rugaard û Danny Glover dileyîzin.
"Şer û Evîn"
Dennis Mojen, Emilia Schule, Svenja Jung, Ken Duken û Anatole Taubman tê de dileyîzîn. Martin Schreier derhêner e. Fîlm bi cureyê romantîk, pêkenîn û dramê ye hatiye kişandin.
"Qesra Çîrokê: Mêvanê Nependî"
Alî Burak Kuka derhêner e Ecrîn Su Çoban, Gulse Goçer, Ozan Varol, Dolunay Soysert û Sinan Çatikkaş tê de dileyîzin û tê da qala komeke hevalan dikeku dixwazin bila warê çîrokan bigihêje rojên xwe yên berê hewl didin.
Fîlmên tirsê yên vê heftê
Fîlmên tirsê yên ku vê heftê wê têkevin vîzyonê yek jê "Mala Tirsê" ye. Matthew Whedon û Andrew Mecham derhêner in.
Fîlmê tirsê yê bi navê "Ma-Şer" ê ku xwemalî ye bi derhêneriya Ugur Kaplan ve hatiye kişandin û qala jinikeke ku teza xwe li ser sêhrê dinivîse, dike. (FD)