Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meral Akşener, Seroka Giştî ya IYI Partiyê dema li Sêwasê serdana esnafan kiriye, kesekî dev avêtiye wê. Kesê bi navê Mûstafa Etîş, ji Akşenerê re gotiye “Ew FETOyî ye.”
Meral Akşener, Seroka Giştî ya IYI Partiyê, piştî li Sêwasê hin hevdîtin kirine, çûye navçeyên Zara û Îmranliyê û li van deran serdana esnafan kiriye.
Li navçeya Zarayê, piştî serdana esnafan, li navenda navçeyê bi alîgirên xwe re civînek pêk aniye. Dema li vir bi alîgirên xwe re diaxivî, kesekî bi navê Mûstafa Etîş, bi van gotinan ew kiriye hedef: “Meral Xanim ma ne tû bu ku CHPyê te xistiye Parlamentoyê. Bi 15 parlamenteran, hûn bi dengan neçûne wir, ger hûn gelekî behsa heqan dikin, dest ji wezîfeyê berdin.”
Akşenerê wiha bersiva wî daye: “Rast e wisa bû birayê min ê delal. Ez gelekî spasiya te dikim. Ma em ê dilê te bihêlin, bila sax bin, me hemû tiştên xwe amade kiribûn. Di hilbijartinê de gotin hûn nikarin tevlî bibin. Min tiştek kir ku ti kesî hêvî nedikir. Ez çûm bal Birêz Kiliçdarogûlyî. 15 parlamenter hatin. YSK (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) neçar ma.”
Di vê esnayê de di navbera Mûstafa Etîşî û alîgirên Akşenerê de xirecirek çêbû. Polîsan Etîş û malbata wî ji wê herêmê bi dûr xistin.
Etîşî di vê navberê de gotiye ku: “Ne qîrin bi ser min de. Kî ne yên ku nikarin debara xwe bikin. Bila werin ez pereyan bidime wan, ez zekatê bidiem wan. Tiştekî wiha nîne. Gel bi ti awayî ji van rizgar nebû.” Paşê jî gotiye “Ew Fetoyî ye”.
Piştî Mûstafa Etîşî jinek û mêrekî din, ên ku navên wan nehatiye zanîn, dev avêtine Akşenerê.
Piştî vê hewldanê, siyasetmedarên mixalif li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bertek nîşan dane û piştgirî dane Akşenerê.
Erdoganî gotibû, “Ev rojên we yên xweş in”
Beriya niha li Çayelî û Îkîzdereya Rîzeyê jî êrîşî Meral Akşenerê kiribûn.
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) piştî êrîşa li Rîzeyê ya li ser Meral Akşenerê wiha gotibû, “Hê wê çi bibe çi nebe. Ev roj ên we yên xweş in.” (EMK/FD)
* Çavkanî: bbc, Halk TV, t24 û medyaya civakî