Her du tîmên futbolê di fînalê de li bajarê Kayseriyê hatin pêşberî hev.
Piştî zêdetirî 90 xulekan a lîstikê, ti tîmî gol neavêtin û dema asayî wekhev bêgol bi dawî bû.
Ji bo diyarkirina tîma ku dê bigihêje Lîga Trendyolê bi penaltiyan biryar hat dayîn. Vanspor di penaltiyan de baştir bû, golparêzê wan rê neda golekê û lîstik bi 5-4 temam kir.
Piştî maçê, alîgirên Vansporê bi strana “Batman e Batman e” serkeftina xwe pîroz kir.
Vanspor dê di sezona bê de li kêleka Amedsporê di Lîga Yekemîn a Trendyolê de bilîze.
Derbasbûna Vansporê a ji bo Lîga 1em li bajarê Wanê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Li Wanê pîrozbahî
Piştî maçê li hemû kolanên bajêr pîrozbahî hatin lidarxistin. Bi hezaran alîgir bi dirûşmeyên “Va alîgir, va şampiyon” ve di nava kolanan de meşiyan. Bi hezaran kes li kolanên bajêr gîhaştin hev û heta derengiya şevê dîlan girtin. Di pîrozbahiyê de alên Vanspor, Batman Petrol Spor û Amedsporê hatin hilgirtin.
*Çavkanî: MA, Rûdaw

