Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Yekem pakêta vaksînên Covid-19ê yên Çînê, saet di 05.44 deqîqeyên vê sibehê de gihîştine Tirkiyeyê.
Balafira ku duh bi saeta Tirkiyeyê di 19.50 deqîqeyan de ji Pekîn, paytexta Çînê derketiye rê, vê sibehê li Balafirxaneya Esenbogayê ya Enqereyê daniye. Di balafirê de 3 milyon vaksîn hene.
Fahretîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandiye:
“Balafira ku vaksînên me anîne, gihîştiye Balafirxaneya Esenbogayê. Wê li Saziya Dermanan û Kelûpelên Tibî ya Tirkiyeyê werin testkirin ku ev wê 14 rojan dewam bike. Piştî testkirin wan biqede, programa vaksînkirinê wê bi serpereştiya Midûriyeta Giştî ya Tenduristiya Gelî pêk were. Em he bi hev re bi ser bikevin.”
Her welatî wê du caran werin vaksînkirin. Di qonaxa yekem de wê vaksîn li milyon û 500 hezar kesan were xistin. Kesên temenê wan 65 û berjortir û kesên nexweşiyên wan ên kronik hene wê bikaribin li ser sîstema e-Nabiz a wezaretê bibinin ê ka dor hatiye wan an na. Kesên nikaribin vê sîstemê bikar bînin wê bi rêya doxtorên malbatan zanyariyan bidest bixin. (TP/FD)