Piştî ku şewba Koronayê li cîhanê belav bû, gelek welatiyên Tirkiyeyê yên li deverên cida cida yên cihanê vegeriyan. Kesên ku vedigerin Tirkiyeyê li gorî biryara ku hatiye standin, divê 14 rojan di bin karantînayê de bimînin. Ji bo vê jî li deverên cida cida yên Tirkiyeyê wargehên xwendevanan tên amadekirin.
Vahdet Uçar, stajyera berê ya bianet kurdiyê, ev demeke ji bo xwendina xwe berdewam bike, di çarçoveya bernameya Erasmusê de li Polonyayê bû. Dema nexweşiya Covid-19ê belav bû, ew li Polonyayê di bin karantînayê de maye. Herweha ev 4 roj in ku vegeriyaye Tirkieyeyê û li Orduyê di wargeheke xwendevanan de hatiye karantînekirin. Uçarê behsa serpêhatiyên xwe yên di vê demê de kir. (FD)