Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Murat Uyurkulak, Hasan Cemal û Yildirim Tûrker ji ber ku bi nobedariyê bûbûn berpirsên weşana Ozgûr Gûndemê hatin dadkirin.
Berpirsê nivîsên di Ozgûr Gûndemê de, Înan Kizilkaya beşdarî hemî dadkirinên li ser nobedariya berpirsiyarîya weşana Ozgûr Gûndemê dibe.
Dadkirina Murat Uyurkulakî
Uyurkulakî di ji bo xweparastinê got: “Ji ber pîşeya xwe min şerên li çar aliyên dinyayê teqîb kiriye. Ez ji wê yekê bawer dikim ku îxtilafên i navbera aliyan de divê ne bi çekan lê bi mûzakereyan bêne çareserkirin.
“Ji ber pîşeya xwe min li çar aliyên dinyayê wêne girtine, min şer teqîb kirine. Min li rojnameya ku min lê kar dikir wêneyên bajarên ser-û-bin-bûyîn belav kirin. Groznî, Xezze, Beyrût, Bexda û Heleb... ne ji Şirnex, Sûr û Cizîrê xerabtir bû.
“Ji bo kêşeya herî dijwar a Tirkiyeyê, ji bo kêşeya Kurdan da ku dengên ji hev cida baştir derbikevin min nivîskariya Ozgûr Gûndemê wek parçeyeka ji mesûliyeta rojnamegeriyê dît.”
Dadkirina Hasan Cemalî
Hasan Cemal: “Min di îfadeya xwe ya ji bo serdozgeriyê de jî gotibû ‘heta rojnamegerên Kurd azad nebin, rojnamegerên Tirk jî dê azad nebin. Heta Kêşeya Kurdan çareser nebe aştî nayê vî welatî. Heta ev yek pêk neyê demokrasî û aştiyeka rastîn nayê vî welatî. Bi vê yekê jî Nobedariya Berpirsiyarîya Weşana Ozgûr Gûndemê, hevgirîyek e.
“47 sal in ku ez rojnamegeriyê dikim. Ez çavdêriyê li Kêşeya Kurdan dikim. Min hevpeyvîn bi Ocalan, Karayilan û Serokerkaniya Leşkerî re kiriye lê ji bo van tiştan ti caran lêpirsîn li ser min nehatibû vekirin. ev cara yekê ye ku pêk tê. Ez carinan difikirim gelo ez guherîme an jî hiqûq guheriye.”
Dadkirina Yildirim Tûrkerî
Tûrker di 7ê Gulana 2016ê de, bûbû berpirsê nobedar ê Weşana Ozgûr Gûndemê. Ji ber nûçe û nivîsên di wê rojê de belav bûyîn, Tûrker bi “propagandaya rêxistina terorî” tê tometbarkirin.
Tûrkerî ji bo xweparastinê got:
“ Ji bo mafên mirovan, azadiya ramanê û azadiya medyayê ez beşdarî hevgirîyê bûm. Ew beşdariyeka sembolîk bû. ez nebûm berpirsekê rastîn yê weşana giştî. Ez beşdarî civîna sibeyê bûm. Ji xwe berpirsên weşana giştî hemî nivîsan naxwînin. Min wek deynekê li ser xwe dît ku divîya li nik wan kesan bim ku ew nikarin dengê xwe bigihînin û ez beşdarî hevgirîyê bûm.”
Çi bûbû?
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin.
Doza ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin.
Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da.
Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin.
Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin.
Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin.
(EA/BK/MB)