Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nivîskara femînîst, Ursula K. LeGuin li mala xwe ya li Portlanda Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê(DYA) îro (22yê Kanûna Paşiyê ya 2018ê) mir.
Theo Downes-Le Guinê kurê Ursulayê diyar kir ku di van mehên paşiyê de siheta Ursulaya 88 salî nebaş bûbû.
Kitêbên wê ji bo 40 zimanan hatine wergerandin. Guherin û têkelbûna zayendan, redkirina desthilatê hin ji wan mijaran in ku wê di kitêbên xwe de li ser nivîsîne.
Ursula K. Le Guin kî ye?
Di sala 1929ê li Californiayê hatiye dinê. Li Zanîngeha Colombiayê li Beşê Edebiyatê xwendiye.
Di salên 1950an dest bi nivîsîna kitêbên fantastîk kiriye.
Di sala 2000ê de Kitibxaneya Kongreya Amerîkayê, “Xelata Efsaneya Ser Dinyayî” standiye.
Di sala 2002ê de xelata PENa Malamudê standiye.
(ÇT/EA/MB)