Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
UNICEFê diyar kir, ew gelekê bifikar e ku li Tirkiyeyê zarokên ji Sûriyeyê kar dikin.
Li gor heman saziyê ji saja 1990ê û pê ve, hejmara karkerên zarok ber bi kêmbûnê ve diçe lê zarokên ji Sûriyeyê hatîn, dest bi karkirinê kirine û li heman sektoran kar dikin.
Zarok karên çandinê û karên demsalî dikin û li kolanan, li kagahên biçûk û navîn( temîra wesayitan, çêkirina pêlavan û hwd) kar dikin.
‘’ Karkeriya zarokan mafên li peymana Mafên Zarokan a Neteweyê Yekbûyî(NY) hatîn parastin bin pê dike û li demên kurt û dirêj encamên wê yên xerab dê eşkere bin. Hinek ji wan encaman ew in ku zarok dê bibin bindestên aborîyê, dê ji pewerdeyê bimînin û tûndkarî dê li wan bêne kirin. ‘’
Berpirsê UNICEFê yê Tirkiyeyê, Philippe Duamelleyî got: ‘’ Divê zarokên ji Sûriyeyê di hemî rewşan de, ji şertên herî xerab ên karkeriya zarokan bêne parastin. Divê ew li ser xwendina xwe berdewam bin, divê ew ji bo ji nû ve avakirina di demek kurt de ya welatê xwe amade bibin. Divê zarokatiya zarokan ji destên wan neyê derêxistin.’’
Zarok nayên parastin
UNICEFê diyar kir, karkirina zarokan zererê dide geşbûna wan a bedenî, derûnî, civakî û fikrî.
‘’ Zarok bi standina pereyên gelek kêm, digel maddeyên jehrî û li cihên metirsîdar kar dikin. Di vê rewşê de zarok nikarin biçin xwendingehan, nikarin bi hevalên xwe re wextî biborînin, nikarin bileyîzin û wextên keyfê biborînin û ji îstismarê nayên parastin.’’
Li daxuyaniyê hat eşkerekirin ku ji 500 hezaran zêdetir zarokên ji Sûriyeyê li Tirkiyeyê ne ku ti îstatîstîkên li ser wan nayên eşkerekirin lê tê texmînkirin ew nikarin biçin xwendingehan/dibistanan. (YY/MB)