Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
UNICEFê raporek belav kir ku tê de behsa guhertina îqlimê, zêdebûna ziwayiyê û şerên li gelek deverên cîhanê kir û diyar kir ku ji ber van tiştan çavkaniyên avê yên bi ewle bilez diqedin û balkişand ser bandora vî tiştî ya li ser zarokan.
Rapora UNICEFê di Roja Avê ya Cîhanî de hat belavkirin ku di vê raporê de hatiye diyarkirin ku daxwaziya avê her sala ku diçe zêdetir dibe, digel vî tiştî çavkaniyên avê yên biewle her diçe kêmtir dibe.
Xeteriya Mirin an jî nexweşiyê heye
Li gorî heman raporê li cîhanê, her roj zêdetirî 800 zarokên temenê wan kêmî 5an ji ber ku zede ava pak nabînin û nikarin xwebigihînin hijyene ji ber virikê jiyana xwe ji dest didin.
UNICEFê eşkere kir ku li Somalî, Nîjerya, Sûdana Başûr û Yemenê ji ber destpêkirina xelayê metirsiya mirina 1,4 milyon zarokan heye.
BIXWÎNE: UNICEF: Ji ber xelayê, li çar welatan metirsiya mirina 1,4 milyon zarokan heye
Destengiya avê
Hin daneyên ku di raporê de bale dikişinin wiha ne:
*Ji ber ku çavkaniyên avê bilez kêm dibin heta sala 2040î li tevahiya cîhanê her ji 4 zarokan 1 zarok yanî 600 milyon zarok bi xeteriya mirin an jî nexweşiyê re rû bi rû ne.
*Li cîhanê 36 welat ‘destengiya avê ya gelek cidî’ heye.
*Nîvê hejmara cîhanê di sala 2050î de wê nikaribe xwe bi awayekî têr bigihînin çavkaniyên avê.
Ji bo ava vexwarinê bibinin…
*Li herêmên ku ziwayî lê heye gelek zaron, her roj bi saetan hewl didin ava pak a vexwarinê bibînin. Ji ber vê sedemê nikarin biçin dibistanê û zarokên keç rastî êrîşan tên.
*Li Etipoyyayê zêdetirî 9 milyon mirov îsal dê destengiyê di dîtina ava vexwarina pak de bijîn.
(YY/FD)